Welatiyên xwarinê peyda nakin berê xwe didin çopan

img
ÇEWLIK - Dîmenên jineke ku li Taxa Ûydûkent a navenda bajêr a ku ji çopî xwarin kom dike, rewşa aboriyê ya gel radixe ber çavan.
 
Qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê bi pandemiyê re her ku diçe kûrtir dibe. Welatiyên ku di stendina tiştan de zehmetiyan dikişînin, ji bo ku xwarinê peyda bikin berê xwe didin çopan. Dîmeneke li Taxa Ûydûkent a navenda Çewlikê hatiye kişandin, rewşa bêçaretiya gel xizantiyê radixe ber çavan. Di dîmenan de hat dîtin ku jinek li nava çopên kêleka rê li xwarinê digere û zebzeyên ku dibine dike di poşetê xwe de. Dîmenên jina ku bacanan ji çopî derdixîne rewşa aboriyê ya gel careke din datîne holê.