Ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn

img

AMED - Di meha rojiya remezanê de buhayê fêkî, team û zexîreyan bêtir zêde bû. Bazarvanên ku li ser dezgehan fêkî û team difiroşin, tarîfeya buha rakirin. Welatiyên ku diçin bazarê jî ji ber buha bêyî fêkî û team bistînin destvala vedigerin. Fêkî, team û zexîreyên li bazarê ji ber buhayê zêde ne tê firotin û ne tê kirîn. 

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî bandora xwe li her qada jiyanê dide der. Bi taybetî di meha rojiya remezanê de bandora qeyrana aborî bêtir xwe dide der. Herî zêde welatî û esnaf dikevin bin bandora qeyrana aborî. Li Amedê bazarvanên ku her rojê li semtekê dezgehê xwe datînin û bazarvaniyê dikin, ji ber buhayê her tiştî zêde dibe êdî nikarin malê di destê xwe de bifiroşin. Bazarvanên ku ku li semtê bazarê fêkî, team û zexîre difiroşin, bi hatina meha rojiya remezanê ji ber buha zêde bû neçar man ku tarîfeya buhayê li ser fêkî û team rakin. Esnafên ku buhayê fêkî û team zêde kirin, wekî berê nikarin bifiroşin. Welatiyên ku ji bo pêdiviyên rojiya remezanê diçin bazaran û dixwazin pêdiviyên xwarin û vexwarinê bistînin, ji ber buhayê zêde destvala vedigerin. Welatiyên ku dezgeh bi dezgeh digerin, ji ber buhayê zêde bêyî pêdiviyên xwe bistînin vala vedigerin. 
 
HER TIŞT PIR BUHA BÛYE 
 
Welatî Vîcdan Kaplan, anî ziman ku li gorî sala par her tişt duqat zêde bûye û wiha got: "Bi qeyrana aborî em nikarin wekî berê pêdiviyên malê bikirin. Kesên teqawît bûne heq û meaşê wan li ber çavan e. Ne hilberîner û ne jî serfxwir qezenç dike. Ne bazarvan dikare bifiroşe, ne jî welatî dikare bikire. Kesên nikarin pêdiviyên malê bistînin pir zêde ne. Her tişt pir buha bûye. Teqez qeyrana aborî heye." 
 
'HER TIŞT 3 QAT ZÊDE BÛYE' 
 
Welatî Fatma Vurgucu ku ji bo pêdiviyê malê hat pazarê jî anî ziman ku ji xeynî kartolan her tişt pir zêde bûha bûye û wiha got: "Bi taybetî buhayê team pir zêde bûye. Ji ber buhayê zêde nikarim bistînim. Teamê ku sala par kîloya wî bi 2 tl bû, îsal bi 7 tl ye. Her tişt 3 qat buha bûye. Ez hatim min tenê 5 kilo riz kirî û wekî din min tiştek ne kirî. Sala par min bi 60 -70 tl her tişt dikirî. Lê îsal 100 tl têra min nake. 
 
Welatî Leyla Denîz jî anî ziman ku di van şert û mercan de kesên meaşê herî kêm distînin nikarin pêdiviyên xwe bigirin û nikarin debara xwe bikin.
 
Welatî Mine Azak jî anî ziman ku di vê hefteya dawî de her tişt pir zêde buha bû û wiha got: Kîloya xiyaran ji 5-6 tl derket 10 tl yan. Min hat hin tişt kirîn. Lê yên nikarin hin tiştan bikirin jî hene. Aborî pir xera bûye. Kesên heqê herî kêm distînin xwedê bibe alîkarê wan. Êdî debar pir zor û zahmet bûye." 
 
Mamosteya ku teqawît bûye Semra Varo jî anî ziman ku di meha rojiya remezanê de her tişt pir zêde buha bûye û wiha got: "Her tişt pir buha ye. Îsot, fireng û bacan pir buha bûne. Ez êdî nikarin her tiştê ji min re lazim bikirim. Qeyrana aborî li her derê belav bûye." 
 
Mamoste Îrfan Ayik jî anî ziman ku her tişt pir buha bûye û wiha got: "Ji ber buhayê zêde êdî bazarvan jî wekî berê gelek tişt neanîne bazarê. Min 3 kilo xiyar bi 30 tl kirî. Tişta herî kêm kîlo bi 5-10 tl ye. 
 
MA / Ergîn Çaglar