Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin

img

RIHA - Esnafên Sûka Gola Masiyan a Dîrokî yên ji krîza aborî bi bandor bûne, bal kişandin ser zor û zehmetiyên pê re rûbirû dimînin û gotin: “Em her roj mîna findan dihelin!” 

Yek ji beşên herî zêde, ji pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bandor bûn esnafin. Ji ber kêmbûyana kirîna gel, sînordarkirin û qedexeyên şewbê, esnaf rojên herî zor û zehmet dijîn. Ji ber vê rewşa heyî esnafên Sûka Gola Masiyan a Dîrokî ya Rihayê yek bi yek deriyên dikanên xwe digirin. Her çiqasî desthilatdarî dibêje ku ew ê kirêyên esnafan taloq bikin û kirêyan zêde nekin jî, li sûka ku ji aliyê Weqfa Hunera Perwerdê ya Çand û Lêkolînê ya Rihayê (ŞURKAV) tê xebitandin ve di nava 2 salên dawî de, ji sedî 300 zem li kargehên esnafan hatiye zêdekirin. Di sûkê de nêzî 200 cihê kargehan hene, lê ji nîvî zêdetir esnafan deriyên dikanên xwe girtin, rojên herî zor û zehmet dijîn. 
 
Osman Erdem ê 20 salin li vê sûkê esnaftiyê dike, bi bavê xwe re malzemeyên xwarinê difiroşe. Erdem, diyar kir ku esnafên sûkê gihiştine asta îflasê û wiha axivî: “Em têk çûne. Em her roj mîna findan dihelin. Di pêvajoya şewbê de, dewletê tu alîkarî ne da me. Hemû bar ketiye ser pişta me. Dema ku em malzemeyekê difiroşin, em nikarin cihê wê tije bikin. Her roj malzeme biha dibin. Dev ji Remezanê berdin êdî em li rojên xwe yên berê digerin.” 
 
‘TU DEST BIDÎ KÎ HEZAR KUL Û DERDÊ WÎ HENE’
 
Erdem, anî ziman ku tu dest bidî kî hezar kul û derdên wî hene û wiha pêde çû: “Em nikarin kirêya dikana xwe bidin. Rewş wisan bûye êdî em nikarin debara mala xwe bikin. Em 10 xwişk û birane. Ez zewîcîme û 3 zarokên min hene. Ez nikarin bi awayekê baş li wan mêze bikim. Lêçûnên kirê, ceyran û avê pir zêde bûne. Em bi her awayî têkoşîna jiyanê didin.”
 
‘BI QEDEHAN RÛN’
 
Têkildarî enflasyona meha Adarê ya Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) aşkere kir jî Erdem, ev nirxandin kir: “Min berê penîr, zeytûn û rûn, bi tenekeyan an jî bi kîloyan difirot. Lê niha mişteriyên me bi 100 graman dikirin. Bi qedehan zeytê dikirin. Mişteriyên min ên bi salan îro bi 2-3 TL’an şekir, bi 3-5 TL’an çay û bi 2-3 TL’an jî zeytûnan dikirin. Yên ku lêkolîna enflasyonê kirin, bila werin ji me bipirsin û li halê me mêze bikin. Êdî fren teqiyaye û kamyon bê ajokar ma ye. Zam pir zêde ne. Pir hindik ma ye ku em têk biçin. Ji vê saetê û şûnde pir zore ku ev rewş biguhere.”
 
‘ŞEWBA ME YA DUYEMÎN ŞÎRKETÊN TÛRÊ NE’
 
Goksel Savaşoglû yê li sûkê amûrên zînet û diyariyan difiroşe û 28 salin vî karî dike jî, da zanîn ku berî şewbê rewşa wan xirab bibû û wiha got: “Rewş ji xwe qet ne baş bû. Şewb jî bû xwê û îsota wê. Di sûka dîrokî de, bi şewba vîrûsa koronayê re şewba duyemîn heye. Li vê derê ji koronayê zêdetir, vîrûseke bi talûketir heye. Şewb bûye belaya serê cîhanê, lê şirketên tûrê jî bûne belaya serê esnafan. Niha du vîrûsên me hene. Em niha bi graman malzemeyên xwe dikirin. Ez hewl didim parçeyên di destê xwe de bifiroşim û pereyê nanê mala xwe derxînim. Li Tirkiyeyê, aborî pir bi pirsgirêkê. Me hemû pirsgirêkên xwe ji rayedaran re vegotin. Lê bi tu awayî pirsgirêkên me çareser nekirin.” 
 
‘JI SEDÎ 300 KIRÊ ZÊDE KIRIN’
 
Namik Dedeşah ê li sûkê ev 10 salin karê sîgortevaniyê dike jî, da zanîn ku 3 dikanên li kêleka wî hatin girtin û wiha bilêv kir: “Lêçûnên me pir zêde ne. Li bajarên cuda, şaredariyan di dema pandemiyê de, kirê ji dikandaran negirtin. Lê ŞURKAV di nava 2 salan de ji sedî 300 kirêyên me zêde kirin. Nivê esnafan deriyên dikanên xwe girtin. Esnaf kirine wê rewşê ku nekare kar bike. Gel mehkûmê birçîbûnê kirin. Êdî em nizanîn, em ê çawan fatûreyên xwe bidin.” 
 
‘3 ROJIN TIŞTEK NEFIROTÎYE’
 
Ramazan Demîr jî, dest nîşan kir ku 3 rojin qet tiştek nefirotîye û wiha bertek nîşanî rewşa heyî da: “22 salin li sûkê kincan difiroşim. Kirêyên dikanên me pir zêde ne. Sûka me berê pir xweş bû. Lê ev du salin qet liv û tevger tuneye. Serê sibê heya êvarî em dirûnin. Dema em diçin malê em nikarin li rûyê zarokên xwe mêze bikin. Em hertim ji berîkê dixwin. Divê rayedar herî kêm 6 mehan, kirê ji esnafan negirin.”
  
‘REWŞ XIRABE’
 
Kadîr Erdogan jî, da xuyakirin ku ew ji şewbê ditirsin û wiha got: “10 salin ez esnafkariyê dikim. Rewşa esnafan pir xirabe. Êdî em nikarin nan bibin malên xwe. Her ku diçe dolar bilind dibe. Esnaf di nava zor û zehmetiyek mezin dene. Êdî hêza kirîn û firotinê ya mirovan pir kêm bûye.”
 
MA / Emrullah Acar