'Hemû cihên karker lê hene, ew der qadên 1’ê Gulanê ne’

img

ÎZMÎR - Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Ûyar, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê da û got: “Hemû cihên karker lê dixebetin, ew der qadên 1’ê Gulanê ne. Em bangî hemû kedkar û karkeran dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”

Karker û kedkar, li dijî şewbê, krîza aborî, zextên siyasî û binpêkirina mafan xwe ji bo Cejna Karkeran 1’ê Gulanê amade dikin. Bernameyên li Stenbol, Kocaelî, Aydin û Denîzlî bên lidarxistin, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê hatin qedexe kirin. Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Îzmîrê Emîne Ûyar, bertek nîşanî qedexeyan da û wiha hirsa xwe anî ziman: “Kongreyên AKP’ê di salonên girtî de, bi awayekê tije hatin lidarxistin. Lê îro 1’ê Gulanê qedexe dikin. Karker doza azadî, maf, ewlekarî û jiyanek weke ya mirovan dikin. Ji ber vê wê li her derê  1’ê Gulanê pîroz bikin.” 
 
1’Ê GULANÊ NAYÊ QEDEXE KIRIN
 
Ûyar, bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li dijî karkeran û wiha axivî: “Krîza aborî bi pandemiyê re kûrtir bû. Kardêr bi Kod-19 karkeran bi rehetî ji kar derdixin. Di vê pêvajoyê de esnaf û muzîkjen bê kar man. Ji ber vê întîhar zêde bûne. Desthilatdariy ku gel hepsî malan dike, her tiştî ji bo xwe rewa dibîne. Di vê pêvajoyê de karker û kedkar dîsa hatin xebitandin. Desthilatdariya AKP’ê zextên xwe zêdetir kirin û pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherand, firsetê. Ji ber vê yekê girînge ku em di 1’ê Gulanê de daxwaza mafên xwe yên azadiyê bikin.”
 
Ûyar, diyar kir ku wan di şertên herî zor de jî, 1’ê Gulanê pîroz kirine û wiha bilêv kir: “Bi hinceta pandemiyê li hin bajaran hatiye qedexekirin ku karker cejna xwe pîroz bikin. 1’ê Gulanê nayê qedexe kirin. Ger hilberîn hebe, wê demê pîrozkirina 1’ê Gulanê jî heye. Karker wê ji bo jiyanek weke ya mirovane, karê bi ewle, maf û azadiyên xwe, her derê cejna karkeran pîroz bikin. Em bi van daxwazan, hemû karker û kedkaran vedixwînin qadan. Hemû cihên karker lê dixebetin, ew der qadên 1’ê Gulanê ne.”
 
MA / Sevda Aydin