Maliyet zêde bû, cotkar bêhêvî bûn

img

RIHA - Li bajarê Rihayê ku di rêza yekemîn a hilberîna pembû de cih digire, îsal jî tovên wê hatin reşandin. Di hilberîna pembû ya par de, ji sedî 60 kêmbûn çêbû. Îsal, cotkaran ji ber maliyeta zêdebûye, hêviyên xwe ji pembû qût kirin. 

Li Rihayê, îsal jî, tovên pembû li zevî û deştên herî berhemdar ên bajarê hatin reşandin. Li gorî danayên hilberîna pembû ya sala 2020’an a Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUKÎ), bajarê Rihayê bi hilberîna 567 hezar û 251 ton pembû, ji sedî 32 pembûya welat pêşwazî kir û bi vî awayî ket rêza yekemîn. Li gorî danayên Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê ya Rihayê jî, di sala 2019’an de 2 milyon û  850 hezar donim pembû hatiye çandin û di sala 2020’an de, bi çandina milyonek û 200 hezar donimî, ji sedî 60 hatiye kêmkirin.
 
Hilberînerên pembû yên Deşta Pirsûsê, ji ber zêdebûna maliyeta pembû bigazindin. Endezyarê Ziraetê Nîhat Demîrbîleklî, bal kişand ser maliyetên ceyran, mazot, gûbre, derman û bi bîr xist ku li deştê di 3 salên dawî de, ji sedî 40 di qada pembû de dengbûn çêbûye.
 
JI SEDÎ 40 TENG BÛN
 
Demîrbîleklî, qala lêkolînên derbarê Deşta Pirûsê de hatin kirin kir û wiha axivî: “Çandiniya pembû ji sedî 40 e. Di sala 2019’an de, ji ber bi karanîna dermanê zêde, berhemdariya deştê kêm dibe. Cotkar her tim dixusirin. Berê qada çandiniya pembû ji sedî 80 bû, lê niha ji sedî 40 kêm bûye. Mûçeya destekirinê pir kême. Dewlet ji bo alîkariya gûbre û mazotê, serê her donimekê tenê 68 quriş dide. 500 TL’an jî ji bo desteka berhem dide. Lê cotkar  ji bo donimek pembû hezar û 500 TL’an xerc dike. Cotkar tenê ji bo gûbreya donimekê 460 û ji bo mazotê jî 15 TL’an xerc dikin. Di encamê de tiştk ji bo cotkaran namîne.” 
 
BI VÎ AWAYÎ PIŞTA COTKARAN XWAR DIBE
 
Derbarê rewşa cotkaran û bihayê malzemeyan de jî Demîrbîleklî, ev nirxandin kir: “Her sal bihayê tov, derman û gûbre du qat zêde dibin. Bi taybetî îsal gûbre pir biha bû. Cotkaran par tonek gûbre bi 2 hezar û 500 TL’an dikirin. Lê îsal bi 3 hezar û 500 TL’an dikirin. Par lîtreyek derman bi 30 lîreyan dikirîn, îsal bi 45 lîreyan dikirin. Dîsa ji bo yek donimî 250 lîre hev didin. Ligel vê bihabûnê jî, hilberînên cotkaran pir erzan diçe. Ev dibe sedem ku cotkar dibin deynan de bimînin. Bi vî awayî pişta cotkaran xwar dibe.” 
 
 XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNIN 
 
Alî Demîrbileklî yê 15 salin li gundê Mektîlan a Pirsûsê cotkariyê dike jî, diyar kir ku wî sal 85 donim pembû çandiye. Demîrbileklî, bal kişand ser rewşa xwe û wiha axivî: “Li gorî salên berê, bihayê pembû kêm bûye. Lê maliyeta wê pir biha bûye. Îsal tov ketin sûka reş. Lê wezaret çandiniyê xwe li nedîtinê daniye. Ligel vê maliyet biha, ger pembû erzan biçe emê perîşan bibin. Bi awayekê aşkere îşkence li me tê kirin. Em neçarin ku pembû biçînin. Ji ber ku tu tiştekê me tuneye. Îro min pembû çand, sibe wê çi bibe ez nizanim. Êdî em mane ber destê tucaran.”
 
GER WISAN DEWAM BIKE DÊ DEV JÊ BERDIN
 
Demîrbîleklî, tengaziya xwe ya bihabûna ava deştê anî ziman û wiha bi dawî kir: “Li Edeneyê av bi 70, li Herranê 100 û li Pirsûsê jî bi 250 lîreyane. Ka emê çawan qezenc bikin? Ma em jî ne gunehin? Li hemberî van mesrefan, ger kîloya pembû bi 8 lîreyan biçe, wê demê emê bixusirin. Divê em ji vê zêdetir pembûyên xwe bifiroşin. Ji bo ku em karibin mesrefên xwe pêşwazî bikin. Berevajî vê wê tu qezenceke me tune be. Ger wisan dewam bike, emê dev ji çandina pembû berdin.”
 
MA / Bariş Polat