‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’

img
ANTALYA – Berdevkê Serdemê yê KESK’a Antalyayê Nûrettîn Sonmez, diyar kir ku rexmî her tiştî jî ji bo li dijî sermayeyê yekitiyê derxin holê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin û bi coşeke mezin pîrozbahiyan pêk bînin. 
 
1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkaran ku her sal ji aliyê sed hezaran kesî ve dihat pîrozkirin, dê îsal di bin siya pandemiyê de bê pîrozkirin. Ji ber sînordarkirinên pandemiyê wê sibê li Antalyayê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Odeya Bijîjkan a Antalyayê û partiyên siyasî û gelek sazî yên li bajar dê sibê li Qada Cûmhûriyetê bên gelhev û 1’ê Gulanê pîroz bikin. 
 
‘EM Ê DAXWAZÊN XWE BIKIN ROJEV’
 
Berdevkê Serdemê yê KESK’a Antalyayê Nûrettîn Sonmez, bi bîr xist ku 1’ê Gulanê di encama keda bi salan a kedkaran hatiye qezençkirin û wiha got: “Di vê rojê de kedkar û karker tev bi hev re daxwaz û pirsgirêkên xwe tînin ziman. Têkoşîna xwe ya bi sermayeyê re di rojê de derdixin holê. Di pêvajoya pandemiyê de biş taybetî mafên kedkaran tên binpêkirin. Ji ber vê destpêkê kedkar û karker tên paşguhkirin. Dema mirıv li budçeya giştî ya desthilatê dinêre jî dibîne ku para kedkar û karkeran tuneye. Ji bo sermayeye gav hatin avêtin. Ji bo daxwazên xwe bikin rojev em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”
 
 ‘EM BIRYARA QEDEXEYÊ RED DIKIN’
 
Sonmez, agahî da ku ji bo 1’ê Gulanê pîroz bikin serî li Qaymeqamiya Mûratpaşayê dane lê qaymeqamiyê bi hinceta pandemiyê serlêdana wan red kiriye û ev tişt got: “Desthilat naxwaza ku kedkar û karker piştevaniya hev bikin û li dijî polîtîkayên wan ên zextgê derkevin. Lewre pandemiyê ji xwe re weke firsend dibîne û li gorî wê biryaran digire. Weke Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Bajar em qedexeyan qebûl nakin û li gorî rihê 1’ê Gulanê em ê li Qada Cûmhûriyetê bin.”