Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin

img
RIHA - Esnafên Qada Haşimiyeyê ya Rihayê ji bo cejnê gelek şekir stendibûn, lê belê piştî biryara "qedexeya ji binî" de şekirên wan di depoyan de man. Esnafan anîn ziman ku heger piştî cejnê alîkariya wan neyê kirin, dê dikanên xwe venekin. 
 
Li Tirkiyeyê di çaçroveya tevdîrên li hemberî şewba Covîd-19'ê de, di 29'ê Nîsanê de biryara "qedexeya ji binî de" hatibû girtin. Qedexeya navbirî dê heya 17'ê Gulanê bidome. Ev biryar bandoreke pir nebaş li esnafan kiriye. Esnafên ku ji bo cejnê gelek şekir stedibûn, ji ber qedexeya navbirî şekirên wan di depoyan de man. 
 
Li Rihayê jî esnafên Qada Haşimiyeyê, anîn ziman ku beriya qedexeyê gelek şekir stendibûn, lê belê 12 roj in hê serfetih nekirine û heger piştî cejnê alîkariya wan neyê kirin dê dikanên xwe venekin
 
REWŞA WAN NEBAŞ E 
 
Esnaf Ferman Sûbayê 37 salî, anî ziman ku Qada Haşimiyeyê qada herî qelebalix a bajêr e û got: "Lê 12 roj in bêyî ku em serfetihê bikin em dikanên xwe digirin. Berê me rojê 3-4 hezar TL cîro dikir, lê niha em ketine halekî wisa gava em 200 lîreyî bikin kêfa me tê." 
 
Sûbay, diyar kir ku salek e dixisirin û got: "Me got belkî di meha Remezanê de kar bibe, lê xirabtir bû. Me çû gelek tişt kirîn, lê hemû di depoyê de man. Em nikarin heqê kirêya xwe bidin. Tenê yên dixisirin ne em in, mirov betal in. Pere bi mirov re tune ye tiştekî bikire. Heya niha qurîşek dewletê jî negihaye me. Madem we nehişt em di Cejna Remezanê de vekin, qet nebe ji bo kirê aliyê em bikin." 
 
ÇIMA FIYET BUHA BÛNE? 
 
Esnaf Salih Aydogan ê 40 salî, 8 meh in bi xwe tiştên şîrîn çêdike. Aydogdû, diyar kir ku gava dest bi çêkirina tiştên şîrîn kiriye teneka rûn a 20 kîloyî bi 175 TL'yan bûye, lê belê niha bûye 275 TL, kîsê arvan bi 100 TL'yî bûye, niha bûye 150 TL. Aydogdû got: "Çima arvan û rûn ev qasî buha bûn?" Aydogdû, bilêv kir ku beriya biryara qedexeyê bi 70-80 hezar TL'yî tiştên şîrîn stendiye, lê roj heye serfetihê nake. 
 
Aydogdû, anî ziman ku Qada Haşimiyeyê "dilê" Rihayê ye û got: "Esnafên li vir hemû mehê 4-5 hezar TL kirê ji berîka xwe didin. Şewbê herî zêde bandor li me esnafan kir. Berê gava cejn nêz dibûn rûyê me dikeniya. Lê niha tiştekî wisa tune ye. Marketên mezin vekirî ne, lê ên biçûk girtî ne. Ev dûrî aqilan e." 
 
40 HEZAR TL XISIRIYE 
 
Esnaf Mûhammed Enes Yilmaz ê 23 salî jî anî ziman ku beriya qedexeyê bi çend mehan haziriya şekir kirine û got: "Ev kar wisa ye, beriya cejnê bi 3-4 mehan dest pê dike. Em li fiyetan dipirsin. Kîjan kêm be, em dikirin û dixin depoyê. Me stendin, paşê qedexe hat ragihandin. Hê cejn neqediyaye, lê bi 40 hezar TL'yî xisirîme. Ev salek e kar ji sedî 60 kêm bûye." 
 
Yilmaz got: "Kirêyên vê derê zêde ne. 4 esnafên çarşiyê dikanên xwe bi temamî girtin. Kirêya esnafan ketiye ser hev. Bi deynan deynê xwe didin." 
 
MA / Emrûllah Acar