Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir

img
WAN - Dermangeran anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de pîşeya ku herî zêde barê wê giran bû dermangerî ye û bal kişandin ser pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
14'ê Gulanê Roja Dermangeriyê ye. Dermangeran boneya vê rojê bal kişandin ser pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
ŞERT Û MERC GIRAN IN 
 
Serokê Odeya Dermangeran a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, diyar kir ku pîşeya ku herî zêde xebatkarên wê bi şewbê ketine dermangerî ye. Baransel, bibîr xist ku heya niha di ser 50'î re dermanger ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û got: "Bi aşiyê re em hinekî rihet bûn. Lê hejmara pêketiyan û windayên me zêde ne. Pandemiyê di warê aborî de jî barê me giran kir. Bandorek mezin li me dermangeran kir. Di vê pêvajoyê de gelek dermanger di warê aborî de zehmetî kişandin. Di vê pêvajoyê de şertên xebatê guherîn û em mecbûr man destûrê bidin xebatkarên xwe. Yanî pandemî di her warî de barê me giran kir." 
 
TAHDE  
 
Baransel, bal kişand ser şert û mercên xebatê jî û destnîşan kir ku gelek caran bi tahdeyê re rû bi rû mane. Baransel got: "Li Tirkiyeyê rastiyek heye; tahde di qada tenduristiyê de. Em jî mexdûrên vê ne. Bi pandemiyê re mirov tengijîn û ji ber vê tahde zêde bû. Bi rihetî dikarim bibêjim ku tahdeya li hemberî dermangeran û teknîsyenan zêde bû. Pirsgirêka ku em pêşî balê bikişînin ser ev e. Tahde êdî hêdî hêdî dibe vebijêrkek. Ev yek bandorê li me dike. Hin nexweş li bendê ne em wekî bijîşkan tevbigerin." 
  
PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN 
 
Dermanger Ersîn Karaman jî destnîşan kir ku di warê aborî de tengijîne û divê ji bo dermangeran derfetên wekî krediya taybet hebin. Karaman, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de her diçe pirsgirêk zêde dibin û got: "Wekî hemû tenduristkaran dermanger jî bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Di demên ewilî de di warê peydakirina maskeyan de pirsgirêk hebûn. Li gelek cihan bi awayekî sergirtî maske hatin çêkirin. Em li hemberî van pirsgirêkan têkoşiyan. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me bi Covîd-19'ê ketin. Li Wanê du hevpîşeyên me jiyana xwe ji dest dan. Bi pandemiyê re welatî di warê bikaranîna dermanan de bêtir serwext bûn. Em di warê aborî de tengijîn. Krediya ku ji bo esnafan tê dayîn, divê ji bo me jî derfeteke wiha bê peydakirin. Em dermanger sûdê ji bê derfetê nagirin." 
 
MA / Bariş Donmez