Li Amedê simbil hişk bûn, cotkar deyndar in

img

AMED - Cotkarên ku ji ber ziwabûnê û zêdebûna mesrefan barê wan pir giran bûye destnîşan kirin ku cotkarî nemaye û dewletê çav berdaye tekane çavkaniya debara wan jî. 

Li herêmê cotkar ji ber ziwabûnê û zêdebûna mesrefan, ketine halekî wisa ku hema bibêje nikarin erdên xwe bajon. Cotkar, li benda alîkariyê ne. 
 
Yek ji herêmên ku nesîbê xwe ji ziwabûnê girtiye jî Taxa Qebeseqeliyê ya Sûr a Amedê ye. Cotkar Azîz Çinar ku 30 sal in li taxê çandiniyê dike, anî ziman ku ji ber ziwabûnê îsal tu tişt bi dest wan neketiye.
 
SIMBIL HIŞK BÛN 
 
Çinar, bilêv kir ku ji ber ku di meha Nîsanê de baran nebariyaye, hema bibêje hemû simbilên wan hişk bûne û got: "3 sal in ji ber ziwabûnê genimên me simbil nagirin. Berê em di nav van erdan de winda dibûn. Lê niha vikîvala ne. Her tişt hişk bûye. Ji ber ziwabûnê genim qam neavêtiye. Simbil bêxêr bûne. Berê me serê donimê 2 ton genim werdigirt, lê niha bi zorê ton û nîv jê tê. Jixwe ew jî têra mesrefê xwe nake." 
 
JI BERÎKA XWE DIXWIN 
 
Çinar, diyar kir ku hemû berên çandiniyê yên ji bo tov stendine jî pir biha bûne û got: "Par me ceh bi hezar û 300'î dida. Lê îsal fiyet kirine 2 hezar. Ji ber ziwabûnê tiştek bi dest me neket. Min ji bo 300 donimê bi qasî 70 hezar mesref kir. Lê serê donimê 80 kîlo ye. Têra mesrefê xwe nake. Gubre, tov, mazot tu tiştî xelas nake. Em bi deyn heqê tov û gubre didin. Heqê mazotê jî ji berîka me diçe." 
 
Çinar got: "Qaşo dê destek bidana. Na. Hêviya me nema. Tu sozek xwe jî bi cî naynin. Êdî em jî doza tiştekî nakin. Çimkî bajon jî boş e, dewlet xwe nade tu tiştî jî. Cotkarî nemaye, miriye. Niha dahat û mesref bi zorê hev derdixin. Her kes xisiriye." 
 
Yilmaz Çinar jî bilêv kir ku cara ewil e ziwabûnek wisa dîtine. Çinar ku sewalvaniyê dike, anî ziman ku berê qet nebûna tiştek di dest wan de dima, lê niha ji ber ku her tişt biha bûye tiştek jî di dest wan de namîne. 
 
HEYWANÊN XWE FIROTIN 
 
Çinar got: "Ji ber ziwabûnê ka tune ye. A heyî jî pir biha ye, em nikarin bistînin. Dermanên heywanan jî pir biha bûne. Dermanê mêşan, min bi 15 lîreyan distend, niha bûye 80 lîre. Kapek bi 15 lîreyan bû, niha bûye 60 lîre. 10 çêlekên min hebûn, min ew firotin. Niha tenê 2 çêlek mane. Wer xuya ye ez ê vana jî bifiroşim." 
 
'HILBERÎNER ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN' 
 
Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) a Amedê Abdûssamed Ûcaman jî da zanîn ku li seranserê Amedê niha nêzî 600 hezar donim nîsk, milyonek donim ceh û 3 milyon donim jî ceh hatiye çandin, lê belê ziwabûnê pişta cotkaran şikandiye. 
 
Ûcaman, destnîşan kir ku cotkar dev ji erdên ku nikarin av bidin berdidin û got: "Ziwabûnê bandor li mêrgan jî kir. Heywan jî nikarin baş biçêrin. Ev ziwabûn bandorê li hilberînerên herêmê û li zexîreyê Tirkiyeyê dike. Dê bibe sedema pirsgirêkên mezin." 
 
Ûcaman, dstnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên heyî çandinî nehiştiye û got: "Li herêmê polîtîkayeke cuda tê kirin. Dewleta ku qeyûm tayinî şaredariyan, şûna endamên meclîsê û keyatiyan dike, gelek sazî bêerk hiştine û niha xwe li ker û lalîtiyê datîne. Li her derî bendav çêkirine. Divê meriv bipirse, çima ziwabûn?" 
 
Ûcaman, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku demildest divê tevdîr bên girtin û xwest deynên cotkaran bi awayî bê faîz bên taloqkirin, prîmên wan ên Bag-Kûrê bên taloqkirin û dewlet deynê wan ê ceryanê û avdaniyê bide û piştî paleyiyê heqê ÇKS'ê bide. 
 
MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek