Doza Somayê dest pê kir: 7 sal in dek û dolabek nema ku nekirin

img
ÎZMÎR - Beriya danişîna duyemîn a Doza Somayê ku piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind tê lidarxistin, meş hat lidarxistin. Parêzer Can Atalay got 7 sal in di dozê de dek û dolabek nema ku nehat kirin. 
 
Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de li kana komirê teqîn rû dabû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Derbarê kesên ku bûne berpirsiyariyê mirina karkeran doz hat vekirin. Di Doza Manîsayê de ceza li berpirsan hatibû birîn û Dadgeha Bilind vê biryara dadgeha herêmî xera kir. Danişîna duyemîn a Doza Somayê ku piştî xerakirina ceza li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê tê lidarxistin. Beriya danişînê malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dane li ber Meydana Îstasyonê ya Akhîsarê kom bûn û û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de heta ber dadgehê meş li dar xistin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, nûnerên saziyan jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşm hatin berzkirin û pankart hatin vekirin. 
 
‘DEK Û DOLABEK NEMA KU NEKIRIN’ 
 
Ji parêzerên dozê Can Atalay di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku 7 sal in ew di dozê dek û dolabek nemaye ku nehat kirin û got: “Ev pergal wê wisa neçe. Canê karkeran tune dihesibînin. Hûn nikarin vî welatî wisa bi rê ve bibin. Tenê hûn berîka xwe tije dikin. Em naxwazin kes ji bo qezenckirina nanê xwe ji canê xwe bibe. Li ser sûc hatin girtin. Bi guhertina endamên Dadgeha Bilind doz hat xerakirin. Em dizanin çi leyîstikên mezin çê dikin. Lê me we ji bîra nekiriye hûn ê li pêş edaletê bi awayek adil hesab bidin.” 
 
Piştî daxuyaniyê parêzer û malat derbasî hundirê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê bûn û bi xwendina nasnameyan re danişînê dest pê kir.