Cotkar û karker tev de nerazî ne

img

MÊRSÎN - Ahmet Kilinç ku îsotan diçîne anî ziman ku her sal rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Êdî em hew dikarin îdare bikin." Karkerên bi heqdesteke erzan dişixulin jî behsa zor û zehmetiya kar kirin. 

Li Mêrsînê cotkaran anî ziman ku ji ber mesrefan û krîza aborî êdî hew dikarin îdare bikin. Karkeran jî destnîşan kir ku heqdesta wan 90 TL ye, lê ji vî 90 lîreyî 10 lîre yê navbeynkar e û mehê herî zêde 25 rojan dixebitin. 
 
FIYET ERZAN IN 
 
Ahmet Kilinç ku li ser 16 donim erd sera çêkiriye û îsot çandiye, anî ziman ku di meha Îlonê de îsot çandiye û debra ewil di meha Kanûnê de kiriye û dê ya dawî jî di meha Tîrmehê de bike. Kilinç, da zanîn ku li Hala Zebze îsotê bi lîre û 60 qurîşî an jî bi lîre û 80 qurîşî difiroşe, lê belê ev fiyet pir erzan e. Kilnç, destnîşan kir ku ji lew re li marketan fiyetê îsotê li gor yê halê 4 qat zêdetir e û di navbera hilberîner û kirîger de gelek navbeynkar hene. 
 
COTKAR QEZENC NAKE 
 
Kilinç, bilêv kir ku mesrefê donimekê 25-30 hezar TL ye. Kilinç, bal kşand ser bihabûna fiyetên dermanan jî û anî ziman ku par kîsê gubre yê 25 kîlo bi 400 TL'yî kiriye, lê îsal bi 600 lîreyî kiriye. Kilinç got: "Niha ez dixisrim. Ez niha kîloya îsotê bi 3 lîre an jî 3 lîre û nîvan jî bifiroşim, dîsa ez di zirarê de me." 
 
Kilinç bertek nîşanî îqtidarê jî daw û got: "Dewleta me tu carî aliyê cotkaran nake. Tim cotkar dieciqîne. Naxwaze cotkar qezenc bike." 
 
Kilinç, diyar kir ku desteka ku dewlet dide wan jî ne tu destek e û got: "Ji bo 16 donimî tenê 220 TL destek daye. Henekê xwe bi me dikin. Ma ev pere ye? Vî pereyî bide dê çi bibe nede dê çi bibe? Li Tirkiyeyê cotkarî nemaye. Tu rabî bi vî pereyî biçî xwarinekê bixwî, dê têra xwarina te neke. Cotkar mexdûr in." 
 
Kilinç anî ziman ku her sal rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Êdî em hew dikarin îdare bikin."
 
HEQDESTEKE ERZAN 
 
Ahmet Salom ê 28 salî ku berî şer li Sûriyeyê mamosteyê seretayî bûye û piştî şer ji bêgavî koçî Tirkiyeyê kiriye, li nav zeviyan dixebite. Bavê du zarokan Salom, destnîşan kir ku heqdesta wî 80 TL ye, lê belê ev pere têra lazmatiyên wan nake. Salom, bal kişand ser şert û mercên xebatê jî û anî ziman ku serê sibehê saet di 5'an de şiyar dibin û 8 saetan dixebitin. Salom, bilêv kir ku heqdesta wan pir kêm e û got: "Em mehê 20-25 rojan dixebitin. Li malê ez tenê dixebitim. Ev pere ancax têra xwarina me dike. Sera pir germ e, lê em mecbûr in bixebitin." 
 
10 LÎRE Ê ÇAWÎŞ E 
 
Çawîş (navbeynkar) Mehmet Dîzlek jî diyar ku 30 kes li nav erd dixebitin û ji 90 TL'Yê heqdestê 10 TL yê wî ye. Dîzlek, anî ziman ku karker serê sibehê saet di 6'an de tên nav erd û heya 2'yê esir dixebitin. Dîzlek, derpêş kir ku karker ji ber vê rewşê dilxweş in. Dîzlek, anî ziman ku ji ber ku xwediy mal nikare malê xwe bifiroşe, ew jî nikarin heqdeta karkeran di wexte bidin û ji ber vê karker mexdûr dibin. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç - Omer Akin