Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Şaxan a KESK’ê bertek nîşanî binçavkirinan rêveberên SES’ê da. KESK’ê diyar kir ku xebatên sendîkayî nikarin sûc werin hesibandin û xwest ku demildest endam û rêveberên SES’ê bên berdan.
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) binçavkirinên endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ên duh pêk hatin şermezar kir û xwest ku hevalên wan demildest werin berdan. Platformê, têkildarî binçavkirinan li Stenbol, Antalya, Êlih, Riha û Dîlokê daxuyanî dan û bertek nîşanî binçavkirinan da. KESK’iyan di daxuyaniyan de pankartên “Xebatên sendîkayî ne sûc in. Hevalên me yên têkoşîna mafê tenduristiyê didin bila demildest bên berdan” , “Têkoşîna me ya ked, demokrasî û sendîkayî nikare were astengkirin, bila kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan” vekirin dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. KESK’iyan diyar kir ku di demekî ku têkiliyên siyaset û mafyayê derketin holê de ji bo rojevê biguherînin li dijî hêzên ked û demokrasiyê ev operasyon tên kirin û anîn ziman ku li dijî pêkanînên bê hiqûqî bêdeng namînin. KESK’iyan da zanîn ku ji parastina mafên kedkarên tenduristî, ked û demokrasiyê gavekê paş ve navêjin û xwestin endam û rêveberên SES’ê demildest bên berdan.