KESK: Em serê xwe natewînin

img

ENQERE - KESK’ê bertek nîşanî binçavkirina endam û rêveberên SES’ê da û got: “Em li dijî zext, binçavkirin, mobbîng û tundiya we serê xwe natewînin.”

 
Platforma Şaxan a Konferderasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Enqereyê binçavkirina Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabeyu jî di nav de 8 endam û rêveberên SES’ê şermezar kir. Di civîna çapemeniyê ku li Navenda Giştî ya SES’ê hat lidarxistin de Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê yê Enqereyê Huseyîn Kok axivî. Kok diyar kir ku di demekî têkiliyên dewlet û mafyayê tên nîqaşkirin de binçavkirina mûxalîfan nayê qebûlkirin. 
 
‘HEWLDANÊN KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ’
 
Kok diyar kir ku zextên li dijî SES’ê bi armanca astengkirina xebatên sendîkayî ne û got: “Binçavkirina tenduristvanên sendîkayî binpêkirina mafên qanûnî ye. Bi van operasyonan hewl didin ku têkoşîna me ya sendîkayî krîmînalîze bikin.”
 
‘EM GAVEKÊ PAŞ VE NAVÊJIN’
 
Kok da zanîn ku wê li dijî zext, metîngerî, xizanî, pergala tarikat-mafyayî têkoşîna xwe ya Tirkiyeyeke demokratîk bilind bikin û wiha got: “Em careke din ji vir dibêjin. Dê SES ji parastina mafên kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê û neferbûna têkoşîna mafê tenduristiya gel gavekê paş ve navêjin. Em li dijî zext, binçavkirin, mobbîng û tundiya we serê xwe natewînin.”