Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de ne

img
ENQERE – Komîsyona Kedê ya HDP’ê, têkildarî Hefteya Têkoşîna bi Birçîbûnê re daxuyanî da û ev tişt got: “Em bang li hemû kedkaran û bindestan dikin ku li dijî vê pergala xizanî û newekheviyê ava dike têbikoşin.”
 
Komîsyona Kedê ya HDP’ê, derbarê 1-7’ê Hezîranê Hefteya Têkoşîna bi Birçîbûnê re daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi îmzeya Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê Berpirsyar Şaziye Kose hat weşandin. Di daxuyaniyê de qala xizaniya ku ji ber polîtîkayên dewletê çêbûye hat kirin û hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê 20 milyon mirov di bin sînorên birçîbûnê de dijîn. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em bang li hemû kedkaran û bindestan dikin ku li dijî vê pergala xizanî û newekheviyê ava dike têbikoşin.”