Tûyên Baxçeyê Hewselê li bazarên bajêr in

img

AMED - Bager Çîçek ku li Baxçeyê Hewselê tûyan berhev dike, diyar kir ku rojê nêzî 40 kîlo tû berhev dike û got: "Em 2 rojan carekê tên berhev dikin. Em ên eciqandî jî yan hişk dikin an jî dikin dims." 

Tûyên Baxçeyê Hewselê ku di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCO'yê de ye, bi tahm û girsbûyîna xwe balê dikişînin. Li bajêr gelek kes van tûyan li bazaran difiroşin û pê debara xwe dikin.
 
TÛYÊN HEWSELÊ 
 
Tûyên spî, tirş û reş ên Baxçeyên Hewselê, her sal di biharê de li ser dezgehên bazarên bajêr tên tên bikesyskirin. Bager Çîçekê û hevalên xwe ku heftê çend rojan diçin Baxçeyê Hewselê û tûyan berhev dikin, pêşî potekî spî li bin darê radixin û paşê diçin ser darê û tûyan diewşînin. Paşê van tûyan di hundirê tepsiyekê de bi keys dikin. 
 
Bager Çîçek, diyar kir ku ji bo di warê aborî de ji malbata xwe re nebe bar, her sal tûyan difiroşe. Çîçek, anî ziman ku 8 xwişk û bira ne û li malê tenê kesek dixebite. Çîçek, diyar kir ku berhevkirina tûyan karekî zehmet e û got: "Hêleke daran nêzî erdê ye û hêlek jî bilind de. Li hêla bi qelaç de heval bi çerşefê digirin, lê dibe ku bişemitin. Dibe ku kesê diçe ser darê bikeve. Lewma karekî talûke ye." 
 
ROJÊ 100 TL'YÎ QEZENC DIKE 
 
Çîçek, diyar kir ku rojê nêzî 40 kîlo tû berhev dike û kîloya tûyan bi 10 lîreyan difiroşe. Çîçek, anî ziman ku tû remzeke Amedê ye û got: "Em 2 rojan carekê tên berhev dikin. Em ên eciqandî jî an hişk dikin an jî dikin dims."