Qedexe û operasyonan tu dever ji mêşan re nehiştine

img

ŞIRNEX - Li Qilebanê ji ber qedexeyan û operasyonên eskerî qada jiyanê ya mêşan hatiye dagirkirin û sewalvanî jî hema bibêje nemaye. 

Li herêmê ji ber operasyonên eskerî û qedexekirina gelek deveran hema bibêje çandinî, sewalvanî û mêşvanî nayê kirin. Yek ji van deveran jî navçeya Qileban a Şirnexê û gundên wê ne. Li Qilebana ku sînorê wê û Herêma Kurdstana Federe bi hev ve ye û nifûsa wê 10 hezar e, gelek deverên wê 15 rojan carekê ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin. Ev qedexe û astengî, bandoreke nebaş li debara mirovan jî dikin, bi taybetî jî li çandinî, sewalvanî û mêşvaniyê de. 
 
BOMBEBARANKIRIN 
 
Kerîm Olmez ku 15 sal in li gundê Elemûnê mêşvaniyê dike, anî ziman ku lê ev çend sal in hema bibêje nikare bike. Olmez, destnîşan kir ku ji ber ku qadên operasyonan tên bombebarankirin, mêş jî dimirin û her diçe hejmara mêşan kêm dibe. Olmez got: "2 sal in gelek mêşên me ji ber nexweşînê mirin. Em dermanan didin wan jî, bêfêde ye. Dengê topan bi xwe jî mêşan dikuje." 
 
Olmez, diyar kir ku ziwabûn jî bandorek nebaş li wan kiriye, ji lew re ji ber ziwabûnê hejmara kulîlkan kêm bûye. Olmez, destnîşan kir ku heger qedexe, operasyon û pevçûn bi dawî bibin dê ekosîstem jî xwe nû bike. 
 
HEJMARA HEYWANÊN WAN KÊM DIBE 
 
Emîn Olmezê şivan jî, anî ziman ku operasyon û qedexe bandorek nebaş li sewalvaniyê dikin. Olmez, bilêv kir ku 4 sal in nikare li xeta sînor heywanên xwe biçêrîne û got: "Îsal, bi awayekî qismî destûr tê dayîn. Berê li gund li ebr deriyê he rmalê nêzî 300 pez hebûn. Lê 2 sal in ev hejmar kêm bûye, bûye 50-60." Olmez, bal kişand ser bombebarankirina herêmê jî û got: "Zext û zoriyek mezin heye. Heron tim li ser serê me ne. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ev xwîn bisekine."