Jinên ku li Hewselê 14 saetan dixebitin doza keda xwe dikin

img

AMED - Karkerên jin ên li Baxçeyên Hewselê dixebitin, rojê 14 saetan dixebitin û yewmiyeya wan 65 TL ye. Karkeran destnîşan kir ku ev yewmiye ne heqê keda wan e. 

Jinên ku li hemû qadan bi kedxwariyê re rû bi rû dimînin, di şert û mercên giran de dixebitin û heqê keda wan bi dest wan nakeve. 
 
Jinên li nav Baxçeyên Hewselê dixebitin, serê sibehê saet di 5'an de radibin û heya 6-7'ê êvarî zebze berhev dikin, çapê dikin û giyayan kom dikin. 
 
Cahîde Akbaş a 55 salî eşêfiya rihanê dike. Akbaş, destnîşan kir ku 20 sal in bêsîgorte dixebite û rojê 14 saetan dixebite û yewmiyeya wê 65 TL ye. Akbaş got: "Her tişt pir biha bûye, ma dê ev pere têra çi bike? Em ji sibê heya êvarî van gihayan berhev dikin. Destên me perîşan dibin. Ev pere ne heqê vê kedê ye. Lê em ji bêgavî dixebitin. a rast gava karker giş bi yek bin, ji bêgavî dê bi ya me bikin." 
 
Akbaş, xwest heqê keda wan bê dayîn û got: "Divê yewmiyeya me bê zêdekirin, bibe 85 TL. Divê sîgorteya me hebe." 
 
‘SERÊ SIBÊ DIÇE NAV ERD, ÊVARÎ TÊ KARÊ MALÊ DIKE' 
 
Ezlîbe Fermez a 19 salî jî destnîşan kir ku ji 12 saliya xwe ve li nav erdan dixebite. Fermez ku ji ber rewşa aborî ya malbatê nikaribûye biçe dibistana amadehiyê got: "Em 5 xwişk û bira ne. Min dît em zehmetiyê dikişînin, min jî ji bo aliyê malbatê bikim dest bi kar kir. Sibehê zû radibim û têm nav erd. Gava karê me zû biqede, vê carê karê malê heye. Halê me ne tu hal e, em ji sibehê heya êvarî wekî kûçikan dixebitin. Bi rastî jî di bin vê tavê de, di nav avn mêşan de pir zehmet e. Jixwe pereyê didin me jî ne tu pere ye. Hem li vir dixebitim hem jî gava diçim malê paqijiyê dikim, xwarinê çêdikim. Dixwazim yewmiyeya me bê zêdekirin û sîgorteya me hebe." 
 
Remziye Ekdemîr a 49 salî jî bilêv kir ku betlaneya wan tune ye û got: "Em ji mecbûrî vî karî dikin. Hevjînê min diçe Çorûmê ji bo kar, sîgorteya wî tune ye. Me kredî kişandiye, deynên me jî pir e. Perê bi dest me jî dikeve, em deynê xwe didin. Xaniyê me yekodeyî ye. Milet birçî ye, feqîrî heye. Keda me tê xwarin." 
 
MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar