Ji ber bihabûna kirêya zozanan koçer ji sewalvaniyê sar bûne

img

AGIRÎ - Koçer Metîn Çogûn, anî ziman ku ji ber qedexeyan ji neçarî li deverine din zozan kirê kirine, lê belê heqê kirê pir biha bûye. Çogûn, qadeke zozanê ya heqê kirêya wê bi 25 hezaran, bi 50 hezar TL'yî dane wan. 

Li herêmê operasyonên eskerî û qedexeyên di bin navê "herêma ewlehiyê" de, hema bibêje bi navê çandiniyê û sewalvaniyê tiştek nehiştine. Îdiriyên ku ji ber van operasyonan û qedexekirina zozanan, berê xwe dane Zozana Sînekê ya navçeya Avkevirê ya Agiriyê, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Koçer, ji bêgavî zozanan kirê dikin û ji ber ku heqê kirêya zozanan pir biha bûye, barê wan jî giran bûye. 
 
Koçer Metîn Çogûn ku ji Agiriyê berê xwe daye Zozana Sînekê, anî ziman ku îsal fiyetê kirêya zozanan pir biha ye. 
 
50 HEZAR TL 
 
Çogûn, bilêv kir ku îsal cara ewil e hatiye Zozana Sînekê û derpêş kir ku hatine xapandin. Çogûn ku got "Zozaneke hişk dan me û 13 hezar TL'yê me xwarin û nadin" anî ziman ku qadeke heqê wê 25 hezar TL ye, bi 50hezar TL'yî bi kirê dane wan. Çogûn got: "Cara ewil e em hatin zozanê. Ji me re gotin, zozan biber e. Lê hem perê me xwarin hem jî em perîşan kirin. Bi dehan kes, di vî halî de ne. Heywanên me hemû zerikî dibin. Gava birçî bimînin di dest me de dimînin. Kurd debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Heger sewalvanî nemîne, dê mirov nikaribin debara xwe bikin. Heywanên em wan li vir xwedî dikin fêda wan digihê Agirî, Qers, Erdexan, Erzirom û Îdirê jî. Fêda me digihê wan, lê ew jî dek û dolaban li serê me digerînin. Gava sewalvanî nemîne, dê zirar bigihême teva. Em bi hev re fêdê ji şîr, hirî û goştê wan digirin. Lê yê ku tahbê dibîne em in." 
 
‘ME DIXAPÎNIN' 
 
Çogûn, anî ziman ku kesên ku zozan bi kirê dane wan, 20 hezar TL li fiyetê zozanê zêde kirine û dane koçerine din û got: "Em nabêjin bila nedin kesên din. Lê çima pereyê me nadin me? Em diçin cem kê, berê me didin cem hin kesên din. Me dixapînin. Em nikarin hesab jî ji wan bipirsin. Hemû xizmên hev in. Em naxwazin ji bo 15 hezar lîreyî tiştên nexweş biqewimin. Em tenê doza heqê xwe û pereyê xwe dikin." 
 
SERÊ MIHEKÊ 120 TL 
 
Çogûn, anî ziman ku ji bo li zozanê bimînin serê mihekê 120 TL dane û ji bo heywanan jî şivanek girtine. Çogûn got: "Karekî din hebûna me ev kar nedikir. Îsal hişkî pir e. Heywanên ma baş naçêrin. Êmê heywanan pir biha ye. Em jî nizanin em ê çi bikin. Koçer, her sal eynî tiştî dikin. Cara ewil ez îsal hatime. Careke din ez ê neyêm vir. Ji roja em hatine teşqele tên serê me." 
 
MA/ Ozlem Yayan