Li Hewengê 6 sal in ceryana ava 15 hezar dekar erdî hatiye qutkirin

img

RIHA - 6 sal in ji ber deynan ceryana Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewengê hatiye qutkirin û avê nade cotkarên xwedî 15 hezar dekar erd. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewengê Fûat Elmas, anî ziman ku heger pirsgirêk neyê çareserkirin dê ji sedî 30'yê cotkaran dev ji cotkariyê berdin. 

Li navçeya Hewend a Rihayê, 6 sal in ceryana Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewengê hatiye qutkirin. Di sala 2013'an de deynê wê yê ceryanê 430 hezar TL bû, lê ji ber ku nehat dayîn şîrketa ceryanê di sala 2015'an de ceryan qut kir. Di sala 2018'an de qanûna avdaniyê hat guherandin û dewletê tevî yekîtiyên avdaniyê qeyûm tayinî DSÎ'yê kir, lê Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewengê derî vê hat hiştin û tevî xebatkarên wê rêvebiriya wê hat fesixkirin. Bi vî awayî ji ber qutkirina ceryanê av nehat kişandin û cotkar bê av hatin hiştin. Herî dawî kooperatîf di Çileya 2020'î de dewrî DSÎ'yê hat kirin, lê belê ji ber ku hê jî deynê wê yê ceryanê nehatiye dayîn, av nayê berdan. 
 
Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewengê Fûat Elmas, destnîşan kir ku gelek caran hewil dane ji bo tesîsa avdaniyê bê vekirin, lê bi ser neketine. 
 
‘KA GAP HÊVÎ BÛ?' 
 
Elmas, bibîr xist ku bi projeya GAP'ê hêvî li gelê herêmê peyda bûbû, lê gelê Rihayê sûd ji Bendava Ataturkê negirtiye. Elmas, bal kişand ser xetereya hişkesaliyê jî û got: "Bi gola bendavê avdanî bû ji sedî 29. Hilberîna ceryanê jî bû ji sedî 74. Çima em sûdê ji vê bendavê nagirin? Kooperatîfa Avdaniyê ya Hewengê 6 sal in ji ber deynê ceryanê nayê vakirin. Niha bê faîz 2 milyon û 180 hezar TL deynê kooperatîfê heye. DEDAŞ'ê ji ber vê ceryan qut kiriye. Qanûnek hat çêkirin û tesîs dewrî DSÎ'yê hat kirin. Salek e dibêje em ê vekin, lê hê jî venekirine. Ev memleket bêxwedî maye. Bi vê tesîsê 15 hezar dekar erd dihat avadan. Lê niha dekarek jî nayê avdan." 
 
Elmas, destnîşan kir ku tesîs bi milyonan pere hatiye çêkirin, lê niha hindik maye birize û bi hezaran donim erd jî mehkûmî bêaviyê hatiye kirin. Elmas got: "Demildest divê tesîs bê vekirin. Ji bo vê tesîsê tu dever nema em neçûnê. Me derbarê vê rapor da DSÎ, Walîtiya Rihayê û parlementerên bajêr. Lê dîsa jî nayê vekirin. DSÎ ji me re dibêje, 'dê ji bo vê tesîsê pere bê û piştî îhala wê bê çêkirin, em ê sala bê vekin.' Hêvîdar im em careke din jî neyên xapandin. Gelek mirovên me yên nikaribûn erdên xwe bajon, çûn bajarên din hemaltî kirin. Me cenazeyên gelekan anî. Heger wijdan hebe, dê ev mexdûriyet bê dîtin." 
 
‘GEL DEV JI COTKARIYÊ BERDIDE' 
 
Elmas, hişkesaliya îsal rû daye wekî "karesatê" pênase kir û destnîşan kir ku ji bo cotkar karibin karê xwe bikin divê alîkariya wan bê kirin. Elmas, xwest deynên krediyê yên cotkaran bê faîz bên taloakirin. Elmas, anî ziman ku ji bo cotkara karibin çandiniyê bikin divê ji deynan xelas bibin û got: "Cotkar di nav deynan de mabûn. Lê piştî hişkesaliyê ev deyn hîn zêdetir bûn. Mirov êdî dev ji cotkariyê berdidin. Ji bo cotkarî bidome, pêdivî bi projeyên nû heye. 30 sal in vî karî dikim û deyndar im." 
 
Ê JI SEDÎ 30'YÊ WAN DEV JÊ BERDIN 
 
Elmas, destnîşan kir ku heger pirsgirêka avê neyê helkirin dê ji sedî 30'yê cotkaran dev ji cotkariyê berdin û got: "Heweng, navçeya çandiniyê ye. Lê rafîneya me ya zeytûnan, bazara me ya halê, hala me ya fisteqan û bazara me ya heywanan tune ye. Mesela; bacanên reş dibe Rihayê bi milyonekê difiroşe. Gel bi 4 lîreyan dikir. Lê heger li vir bazara halê hebûna, dê mirov neçûna marketan. Çima em berên xwe bibin Rihayê? Êdî divê wezîrê çandiniyê guh bide cotkaran û divê pêbaweriya bi çandiniyê zêde bibe." 
 
MA / Bariş Polat