Karkerên madenê wê li Meclîsê bi partiyan re hevdîtinê bikin

img
ENQERE - Rêveberê Maden-Îş a Serbixwe Başaran Aksû diyar kir ku karkerên madenê ku di ketina Enqereyê de tên girtin bi biryar in ku bikevin bajar û diyar kir ku şandeya ji 5 kesan pêk tê wê ewil bi wezaretê pişt re bi partiyên li Meclîsê re hevdîtin bikin. 
 
Karkerên madenê ku li navçeya Somaya Manîsayê ji aliyê Ûyar Madenê ve 8 sal in tazmînatên wan nayên dayîn, ji duh ve ligel Maden-Îş a Serbixwe ku endamên wê ne di ketina Enqereyê de tên sekinandin. Karker dixwazin ku li pêş Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê daxuyaniyê bidin lê polîsên ku pêşiya wan girtine ketina wan a Enqereyê asteng dikin. 
 
Polîsan ji karkerên hatin astengkirin tenê destûr da 5 kesan ku biçin wezaretê. Heman şande îro wê dîsa bi wezaretê re hevdîtin bike. Ji aliyê din karkerên di ketina Enqereyê de tên sekinandin, plan dikin ku heke gaveke şênber neyê avêtin wê ji bo ku çalakiya rûniştinê bikin wê yek rêzî ber bi pêşiya wezaretê ve bimeşin.   
 
‘DÊ DI CIVÎNA KABÎNEYÊ DE WERE AXAFTIN’
 
Rêveberê Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe Başaran Aksû hevdîtina karkeran a bi wezaretê û geşedanên qewimîn ji ajansa me re nirxand. Aksû diyar kir ku şande bi Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê re axivî ye û wiha got: “Ji ber ku cigîrê wezîr di hevdîtinê de tiştên şênber negotin şandeyê biryar girt ku avahiyê terk nekin û heta saet 21.00’an li ber avahiyê bisekinin. Hat gotin ku wê mijar di civîna kabîneyê de were axaftin.”
 
Aksû anî ziman ku wezaretê ji bo saet 10.00’an randevû daye karkeran û wiha axivî: “Hêj rayedarê wezaretê neçûna wezaretê. Şandeya me jî hêj neçûye wezaretê. Em plan dikin ku di nava saetekê de hevdîtinê bikin. Pişt re wê şande derbasî meclîsê bibe û bi partiyên ku komên wan hene re hevdîtinê bike, tevlî komên wan bibe û dê bi serokwekîlan re hevdîtinê bikin. Em jî wê sekna xwe ya li vê derê heta ku şande hevdîtinên xwe biqedînin, bidomînin.”
 
‘EM BI BIRYAR IN KU BIÇIN ENQEREYÊ’
 
Aksû bi bîr xist ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Fatîh Donmez di demên cuda de soz dane wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me ji sozên wan heta niha tu encam negirtin. Ji bo karkerên kanzayê 15 sal in bê edaletiyek heye û dixwazin ser mijare bigirin. Gotin nema êdî karker dixwazin encam bigirin. Em bi biryar in ku biçin Enqereyê.”