Meşa kedkaran a baskê Êlihê ya ber bi Enqereyê ve dest pê kir

img
ÊLIH - Baskê Êlihê yê meşa ku KESK’ê, li dijî teklîfa hikumetê ya di hevdîtinên TÎS’ê de aşkera kir  dest pê kir. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî teklîfa hikumetê di hevdîtinên Girêbesta Komkarî (TÎS)  de bi dirûşmeya “Ji bo peymana komî ya bigrev, demokratîk û jiyaneke mirovî” biryar girt ku ji Edîrneyê û Êlihê ber bi Enqereyê ve bimeşe. Kedkarên cemaweriyê yên ku ji baskê Êlihê ve meşê dan destpêkirin li li pêş avahiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê hatin gelhev, ji vir ber bi Parka Ataturk ve meşiyan û li wir daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û rêveberên KESK'ê, rêveberên HDP’ê û ÎHD’ê jî beşdarî meşê bûn. 
 
Di meşê de pankarta “Ji bo peymana komî ya bigrev, demokratîk û jiyaneke mirovî em têkoşînê bi hev re mezin dikin” vekirin û dowizên “Karê bi ewle pêşeroja bi ewle”, “Ne mulakat, liyakat” , “Bila KHK werin betalkirin” hatin vekirin. 
 
16 MILYON DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE NE
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Êlihê Denîz Topkan di daxuyaniyê de diyar kir ku bi milyonan mirov şerê debarê dikin û wiha got: “Li Tirkiyeya ku cîhan hesûdiya wê dike 16 milyon mirov di bin sînorê birçîbûnê de ne 50 milyon mirov jî ketin bin sînorê xizaniyê.”
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA BI HEV RE
 
Topkan, qala girîngiya têkoşîna bi hev re kir û wiha axivî: “Di vê pêvajoya xeterdar ku windahiya mafên me yên aborî, civakî û xwebûnê derketina astan herî jor de tişta ji bo daxwazên me were kirin têkoşîna bi hev re ye.”
 
Hevseroka KESK’ê ya Giştî Şukran Kablan Yeşîl jî diyar kir ku ji bo daxwazên wan ên neyên dîtin ji Êlihê heta Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê meşa berxwedanê dane dest pê kirin û wiha got: “Bi salane daxwazên me tune tên hesibandin. Mafên bi milyonan mirovan tên xespkirin û birçî tên hiştin. Rayedarên hikumetê beriya hevdîtinên TÎS’ê qala Tirkiyeya mezin dibe kirin lê ev yek me li ser maseya hevdîtinê nedît. Em ê ji bo mafên xwe berdewam bikin ku li qadan bibin. Maf nayê dayîn tê girtin.”
 
Piştî axaftinan kedkarên cemaweriyê li wesayîtên xwe siwar bûn û bi tilîlî û çepikan ber bi Amedê ve bi rê ketin.