Berxwedana karkerên Bel Karperê: Em doza jiyanek mirovane dikin

img
STENBOL - Karkerên Bel Karperê, anîn ziman ku doza mafên xwe dikin û gotin: "Em dixwazin wekî mirovan bijîn." 
 
Serpêhatiya rêxistinbûyînê ya Sendîkaya Karkerên Zexîreyê ya Tirkiyeyê (Tekgida-Îş) ya li Fabrîkeya Bel Karper a Çorlûyê, xwe dispêre sala 2015'an. Sendîka, di sala 2015'an de dest bi rêxistinbûyînê kiriye û di sala 2021'ê de piraniyê bi dest xistiye û karbidestiya peymanê ji Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî wergirtiye. Lê belê kardêr li ber vê rabûne û ji ber vê pêvajoya hiqûqî ya di vî warî de didome. Di vê navberê de kardêr sernûnerê sendîkayê jî di nav de 5 karker ji kar derxistin û destûra bêheq da 12 karkeran. 
 
Tekgida-Îş, li gel hemû hewildanên kardêr jî xwe spart mafên xwe yên sendîkayî û ji bo kardêr ji bo Peymana Kar a Giştî (TÎS) hevdîtinê bike û karkerên ji kar hatine avêtin cardin vegerin ser karên xwe, li ber fabrîkayê dest bi grevê kir. Li fabrîkayê 118 karker dixebitin û ji van karkeran 70 karker grevê didomînin. Greva karkeran a li ber fabrîkayê di roja 97'an de ye. 
 
Em derbarê daxwaz û pirsgirêkên karkeran de, bi karkeran re axivîn. 
 
Samî Can ku 20 sal in di Bel Karperê de dixebite, anî ziman ku paşê fransiyan fîrma stendiye. Can, diyar kir ku li sendîkayê xwe birêxistin kirine û mafên xwe bi dest xistine û got: "Em kedkar in, em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin." 
 
BANGAWAZÎ JI BO YEKÎTIYÊ 
 
Can, bibîr xist ku sendîkaya wan karbidestî bi dest xistiye, lê dîsa jî kardêr li gor karbidestiyê tevnagere û got: "Çendî karbidestî di dest sendîkaya me de ye jî, 3 meh in ji b îmzekirina TÎS'ê em li kuçeyan e. Ev der, fîrmayeke pir mezin e. Ji xeynî Tirkiyeyê, li her derî rêzgirî ji bo mafên karkeran heye. Lê em xwe wekî mêtingeheke fransî bin, wisa xwe hîs dikin." Can, bang li midûrên fîrmayê kir û got: "Dev ji vê berdin. Êdî kêr gihaştiye hestî. Êdî em hew deyax dikin. Ez ji bo yekîtiyê bang li çîna karkeran dikim." 
 
Zeynep Koçek ku 3 sal in di Bel Karperê de dixebite, anî ziman ku kardêr xwe nade ber maseya TÎS'ê û got: "Em dixwazin rojek berî rojekê kardêr TÎS'ê îmze bike." 
 
JI BO JIYANEKE MIROVANE 
 
Koçek, diyar kir ku tekane daxwaza wan "jiyaneke mirovane ye" û got: "Em doza heqê xwe dikin. Jixwe têra xwe karê me giran e. Em beramberiya vê dixwazin." 
 
BANGAWAZÎ JI BO PIŞTGIRIYÊ
 
Koçek, bilêv kir ku heger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê berên fîrmayyê boykot bikin û got: "Em dixwazin hemû dostên me yên karker di vê têkoşînê de li cem me bin. Dikarin bi boykotkirina beran piştgiriya me bikin."