Li Çelê paleyiya çeltûkê dest pê kir

img

COLEMÊRG - Li Çelê palehiya çeltûkê ku ji ber rewşa erazî bi rê û rêbazên berê tê çandin, dest pê kir. 

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, çeltûk ji ber rewşa erazî ku bi qelaç, çal û kortik e bi rê û bazên berê tê çandin. Çeltûk ewilî di destpêka biharê di hewzên avê tên çandin. Di paizê de jî palehiya wê dest pê dike. Di dema palhiyê de gundî şeveqê zû radibin û bi awayekî palûteyî debrê dikin. 
 
Cotkar Zeydan Akdemîr ê 47 salî, anî ziman ku şeveqê zû radibin û heya derengê şevê dixebitin. Akdemîr got: "Em çeltûkên ku berhev dikin li ser çadirekê radixin. Paşê traktor di ser re derbas dibe û wan dieciqîne. Bi vî awayî birinc û çeltûk ji hev cihê dibin. Piştî vê bi piranî jin dikin. Çeltûk li ber bê tên daweşandin. Birinca ku tê neqandin, em li ser banê xênî radixin. Piştî li ber tavê hişk dibe em wê dibin aş û dihêrin." 
 
Akdemîr, bilêv kir ku gundî vî karî bi awayekî palûteyî dikin û got: "Em her roj diçin karê malbatekê dikin. Ji lew re ev karekî pir zehmet e û bêyî alîkariyê ne pêkan e. Gava piştevanî hebe, kar jî xweştir dibe û tew carinan ji bo me dibêe cihê şahiyê." 
 
SERÊ WAN BI BERAZAN RE DI BELAYÊ DE YE
 
Di dema çandiniyê de pirsgirêka herî mezin a cotkaran jî beraz in ku xwe bera nav erdên wan didin.  Akdemîr, diyar kir ku gava beraz dikevin nav erd, erd belawela dikin û çeltûkên wan jî dirizin û got: "Niha pirsgirêka me ya mezin beraz in. Gelek kes ji ber vê nikarin çeltûkê deynin."