Fatûreya ceyranê ya 3 mehan a malbateke 3 kesan, 3 hezar û 533 lîre hat

img

ÎZMÎR - Li navçeya Bayrakliyê fatûreya 3 mehan a ceryanê ya malbatekê 3 hezar û 533 TL hatiye. Ferdê malbata 3 kulfetî Mehmet Şerîf Salman, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar bi dest wî nakeve û debara xwe bi karên rojane dike.

Pêdiviyên enerjiyê yên wekî ceryan û avê, veguherîn fatûrenî bargiran ku mirov êdî nikarin heqê wan bidin. Bi hezaran malbat ji ber van fatûreyên bargiran bê av û ceryan dimînin. Yek ji van malbatan jî li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, malbata Salman e. 
 
Malbata Salman 4 sal berê ji ber rewşa aborî ji Mêrdînê koç kiriye û hatiye li Taxa Gumuşpala ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bi cih bûye. Mehmet Şerîf Salman, tevî hevjîna wî û zarokekî xwe di xaniyekî odeyek wî û hêwanek wî heye de dimîne. Malbata Salman, nikare heqê van fatûreyên giran bide. Di meha Tîrmehê de heqê ceryana wan 550 TL, di meha Tebaxê de 333 TL û di meha Îlonê de jî 650 TL hatiye.
 
Mehmet Şerîf Salman ku karekî wî yê bi rêk û pêk tune ye û karên rojane dike, ji bo heqê fatûreyên ceryanê yên meha Tîrmeh û Tebaxê bide pere deyn kiriye. Lê ji ber ku fatûreya dawî jî zêde hatiye û nikaribûye bide, ji bo vekolandinê serî lî şîrketa belavkirina ceryanê daye. Lê ji ber ku rayedaran guh nedaye wî, wî jî her du fatûreyên dawî li ber şîrketê qetandiye û bi vî awayî bertek nîşan daye. 
 
ÇIMA EV QASÎ ZÊDE TÊ?
 
Salman, destnîşan kir ku 3 kulfet in û li mala wî tenê sarinc, televîzyon û makîneya paqijkirinê tê bikaranîn, lê dîsa jî fatûre zêde tên. Salman, bilêv kir ku ev ne tiştekî asayî ye û got: "Ez çûm şîrketa belavkirina ceryanê û min xwet fatûre bên kontrolkirin. Lê belê ji min re gotin 'pêşî heqê fatûreya xwe bide, paşê tu dikarî daxwaznameya gilîkirinê binivîsî.' Çima fatûre ev qasî zêde tên?" 
 
'KAR TUNE, EZ Ê ÇAWA BIDIM?' 
 
Salman, bilêv kir ku karê înşeatê, ajovaniya texsiyan û li hala zebzeyan karên rojane yên wekî hemaltiyê dike û bi vî awayî debara xwe dike û got: "Berê fatûreya me li dor 180-200 TL'yî dihat. Ev qasî zêde nedihat. Heger biçim karê rojê 100 TL bi dest min dikeve. Nikarim heqê fatûreya vê dawiyê hatiye bidim. Karekî min ê bi rêk û pêk tune ye. Ji ber krîza aborî kar bi dest min nakeve. Ez ê heqê fatûreyan ji ku bînim?" 
 
HEW DEYAX DIKE
 
Salman, destnîşan kir ku dê ji ber van fatûreyên zêde serî li dadgehê bide û got: "Îqtidar dixwaze çi bîne serê vî gelî? Qaweteke min a ku heqê van fatûreyan bidim tune ye. Min çi qas ceryan xerc kiribe, bila werin lêbikolin. Radibin li gor dilê xwe fatûreyê dibirin. Qey dixwazin gel dakeve kuçeyna? Kar tune, pere bi dest min nakeve. Welêt ji ber krîza aborî noq dibe. Îqtidar ketiye etra ku dê çawa perê gel bidize. Em hew deyax dikin. Ez vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakim." 
 
MA / Hakan Yalçın