‘Qezenca çar çêlekan ji karê erzan ê li metrepolan çêtir e'

img

BEDLÎS - Li Bedlîsê Îsmaîl Karabûlût ku bi çewliga ava kiriye debara xwe dike got: "Niha bi milyonan ciwanên kurd li metrepolan bi awayekî erzan dişixulun. Li erdnîgariyeke wisa dewlemend, qezenca ku bi çar çêlekan bi dest wan bike, ji wê xebata erzan a li metrepolan çêtir e." 

Îsmaîl Karabûlût ku ji ber rewşa aborî bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê li ser îneşatan xebitî, cardin vegeriya warê xwe Bedlîsê û li çewliga ku berê ava kiribû cardin dest bi kar kir. Karabûlût ku li gundê Xaxref ê Bedlîsê sewalvaniyê dike, 22 dewarên ji Ewropayê anîn xwedî dike û bi wan debara xwe dike. Karabûlût, bang li ciwanên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebitin kir ku vegerin warê xwe. 
 
‘VEGERIN WARÊ XWE' 
 
Karabûlût, diyar kir ku ewilî di sala 2012'an de dest bi sewalvaniyê kiriye û ji ber rewşa aborî ya malbatê 7-8 salan navber dayê. Karabûlût, anî ziman ku di vî 7-8 salî de çûye bajarên rojavayê Tirkiyeyê xebitiye û paşê dîsa vegeriyaye û cardin biryar girtiye ku sewalvaniyê bike û got: "Me di meha Nîsanê de cardin dest bi sewalvaniyê kir. Me ji Ewropayê 22 dewar stendin. Bi salan li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê xebitîm. Gava li van bajara bûm qet ne dilxweş bûm. Te dît dibêjin 'birçîbûna li warê xwe ji têrbûna li warê xelkê çêtir e.' Çi dibe bila bibe divê em li axa xwe û warê xwe bin. Niha karê em dikin, şîrdotin e. Em çêlekan didoşin û şîrê xwezayî berpêşî gelê xwe dikin." 
 
JIYANEKE DÛRÎ PERGALA KAPÎTALÎST
 
Karabûlût ku got "heger tu yê karekî bike, divê tu zû rabî" anî ziman ku ji bo heywanên xwe berî roj hilê şiyar dibe û got: "Heger tu kedkar bî, berî roj serê gir derbas bike, divê tu şiyar bibî û dest bi karê xwe bikî. Ez êmê heywanan didim wan û bi dû re wan didoşim. Em şîrên didoşin, dixin tanqên cemidandinê. Paşê em şîr dişînin fabrîkeyê. A rast ne karekî zehmet e. Ji lew re tu di nav xwezayê de yî û tu karê ku jê hez dikî dikî. Ez tenê bi heywanan re bilî nabim. Ji xeynî vê ez bi baxçeyê me yê zebze û fêkiyan re jî bilî dibim. Li vir ew zexta derûnî ya pergala kapîtalîst tune ye. Mirov çi qasî ji pergalê dûr be, di warê ruhî de xwe ew qasî rihet hîs dike." 
 
Karabûlût, polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên hikûmetê jî rexne kirin û destnîşan kir ku ciwanên kurd ên ku di çarçoveya van polîtîkayan de li metrepolan bi awayekî erzan dixebitin divê vegerin warê xwe. 
 
YEKÎTIYA KEDKARAN
 
Karabûlût, destnîşan kir ku li vê axê têra her kesî nan heye û got: "Niha li rojavayê Tirkiyeyê bi milyonan ciwanên kurd bi erzanî dixebitin. Divê ciwanên kurd li erdnîgariyeke wisa dewlemend karê xwe bikin. Li erdnîgariyeke wisa dewlemend, qezenca ku bi çar çêlekan bi dest wan bike, ji wê xebata erzan a li metrepolan çêtir e. Pergal mirovan texrîb dike. Ne muhîm e tu li kîjan bajarî yî. Her kes bandorê ji texrîbatên pergalê digire. Heger dilê me û guherînekê hebe, ewilî divê em bibin yek. Heger dilê me û bidestxistina heqê keda me hebe, divê em bi yek bin û xwe birêxistin bikin."