'Pereyê di berîka me de her roj dihele'

img

WAN - Waniyan anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên ku hema bibêje her roj biha dibin êdî nikarin debara xwe bikin û gotin: "Her diçe xizanî kûrtir dibe. Pereyê di berîka we de her diçe dihele." 

Krîza aborî bi bihabûna gazê, ceryanê û amûrên sereke yên jiyanê re hê bêtir mezin bûye. Li Wanê Bariş Zorlû ku rojê bi 100 TL'yî li qehwexaneyekê dixebite, anî ziman ku her sibeh gava şiyar dibin dibînin fiyet bihatir bûne. Zorlû, diar kir ku pereyê qezenc dike êdî têra wî nake û nikare heqê fatûreyên av û ceryanê bide.
 
'DIVÊ PERGAL BÊ GUHERANDIN' 
 
Omer Kesere ku Endezyariyya Înşeatê ya Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîrê kuta kiriye, lê belê di resepsiyona otêlekê de dixebite, bi pereyê qezenc dike debara malbata xwe ya 6 kesî dike. Keser, anî ziman ku pereyê bi dest wî dikeve du rojan jî di berîka wî de namîne û got: "Ji ber deynan û fatûreyan pereyê di bêrîka min de hema diçe. Tam mehekê li benda meaşê din disekinim. Mehê 400 TL heqê ceryanê û 250 TL jî heqê avê didim. Ev wisa nabe, gere pergal bê guherandin." 
 
HER TIŞ 3 QAT BIHA BÛYE
 
Engîn Aşkan ku di sektora xwarinê de dixebite, anî ziman ku meaşê wî di biniya 2 hezar TL'yî de ye û ev pere têra tu tiştî jî nake. Aşkan, diyar kir ku tevî hevjîna xwe debara 6 kesan dike û got: "Êdî em nikarin debara xwe bikin. Mehê 500 TL heqê ceryanê û 200 TL jî heqê avê tê. Hezar TL di berîka te de ye û tu diçî danûstendinê bikî, lê tenê tu bi sê kîsikan vedigerî malê. Hezar TL têra tiştekî me jî nake. Ji lew re her tişt 3 qat biha bûye. MIn di dema pandemiyê de 5 hezar TL kredî kişand, niha ez heqê wê didim. Dê krîza li welat bi vî awayî hel nebe." 
 
Sûltan Aydin jî diyar kir ku 2 zarokên wê dixebitin û got: "Bi rastî jî krîzek mezin heye. Ji bo danûstendinê dertêm, lê tenê bi du kîsikan vedigerim malê. Bi taybetî jî erzaq her roj biha dibe. Du zarokên min li derveyî bajêr dixebitin, ew debara me dikin. Bila êdî ev krîz biqede." 
 
XIZANÎ KÛR DIBE
 
Zekî Oztali yê teqawidbûyî jî bal kişand ser fiyetên ku her roj biha dibin û got: "Gava tu diçî marketê hingî her tişt biha ye tu nikarî tiştekî jî bikirî. Meaşê kesên teqawidbûyî ji sedî 6-7 tê bihakirin, lê fiyetê beran ji sedî 40 tên bihakirin. Ev rewşeke pir zehmet e. Li vî welatî liyaqat tune ye. Heger kesekî eleqeya wî bi aboriyê tune be rabe bi rê ve bibe, dê dawî jî wiha be. Xizaniyeke pir mezin heye û ev xizanî her diçe kûrtir dibe. Pereyê di berîka mirovan de her roj dihele."