Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe

img
ARTVÎN - Navçeya Ardanûçê ku ji ber polîtîkayên îqtidarê çandinî û sewlavaniya wê li ber qedandinê bû, niha bi lewenteyê tê ser hemdê xwe. Serokê Kooperatîfa Hilberîneriyê Gursel Kaya, diyar kir ku rizgarî bi hilberînê pêkan e. 
 
Kooperatîfa Hilberîneriyê ya Ardanûçê ku par li navçeya Ardanûç a Artvînê hat avakirin, hewl dide navçeyê ji nû ve bi pêş bixe. Nifûsa navçeyê di salên 1960'an de 25 hezar bû, lê niha kêm bûye, bûye 10 hezar. Navçeyê berê debara xwe bi çandinî û sewalvaniyê dikir, lê belê niha hema bibêje çandinî û sewalvanî lê nemaye. Kooperatîfa Aradanûçê jî hewl dide ku li navçeyê çandiniyê bi ruh û can bike. 
 
ÇANDINA LEWENETEYÊ
 
Kooperatîf dê îsal şitlên lewenteyên ku şîn hatine li gelê navçeyê belav bike û hewl bide li seranserê navçeyê lewent bê çandin. Kooperatîf hewil dide ji xeynî şitilên lewenteyê, rûnê lewenteyê jî hilberîne. 
 
Serokê Kooperatîfa Hilberîneriyê ya Ardanûçê Gursel Kaya, behsa kooperatîfê û planên wê kir. 
 
‘EM Ê PÊŞÎ LI BER KOÇBERIYÊ BGIRIN' 
 
Kaya, diyar kir ku ji ber polîtîkayên çandiniyê çandinî ketiye bin banê monopolên erzaê û mirov mehkûmî erzqên hatin çêkirin tên kirin. Kaya, parast ku ev erzaq bandorek nebaş li tenduristiya mirovan dikin û got: "Li cihên wekî Ardanûçê ku paşdemayî hatiye hiştin û koçberî lê hatiye ferzkirin, mirov zehmetiyê dikişandin. Nikaribûn tiştên hildiberandin bifiroşin. Gelek jê jî dev ji hilberîneriyê berdabûn. Pergal 'Tu yê li vir nejî, tu yê bibî karkerê erzan an jî tu yê birçî bimînî' ferz dikir. Me jî ji bo em pêşî li ber vê bigirin, me dest bi xebatekê kir. Heger em li navçeyên biçûk kooperatîfên hilberîneriyê û li bajarên mezin jî kooperatîfên mezaxiyê ava bikin, dê li vir bê hilberandin û li wir jî bê mezaxtin û dê bi vî awayî mirov erzaqên erzan û baş bi dest bixin. Her wiha em ê bi vî li navçeyên biçûk jî pêşî li ber koçberiyê bgirin. Em bi feraseteke bi vî rengî tevgeriyan." 
 
DÊ ARDANÛÇ BI LEWENTEYÊ BÊ BIBÎRANÎN
 
Kaya, destnîşan kir ku gava dest pê kirine ferq kirine ku li navçeyê çandiniya bi rêbazên berê zehmet e û li Artvîna ku bajarên bendavan e avhewa guheriye. Kaya, anî ziman ku mirov jî dev ji tovên xwecihî berdane û berê xwe dana tovên erzantir û sunî û got: "PIştî me bi mirovên zanyar e xeber da, me biryar lê da ku em bi feraseteke nû rêbazên çandiniyê peyda bikin. Axirê me biryar lê da ku em Ardanûçê bikin bajarê lewenteyê. Dê gelek avantajên vê berê hebin. Beriya ehr tiştî ev ber pir avê naxwazeç. Yek ji pirsgirêkên mezin ên Ardanûçê jî av e. Dev ji çandiniya vaî berdin, li gundan ava vexwarinê jî tune ye. Lewma lewente tam derba herêmê ye." 
 
PIŞTGIRIYA WÊ YA JI BO MÊŞVANÎ TURÎZMÊ
 
Kaya, bilêv kir ku dê lewenete bandoreke baş li mêşvaniya herêmê jî bike û got: "Li navçeyê nebatên ku mşan sûd jê digirt di meha Tîrmehê de diqediyan. Mêşvanên herêmê di meha Tîrmehê de kewarên xwe dibirin Erdexan an jî bajarine din. Lê lewente di dawiya meha Tîrmehê de kulîlkan vedike. Lewma êdî ne hewce ye ku mirov mêşên xwe bibin deverine din. Taybetiyeke din a lewenetyê jî ji ber dîtbariya xwe, dê bandorek baş li turîzmê bike." 
 
Kaya, anî ziman ku dê rûnê leweneteyê jî çêbikin û got: "Em û şaredariyê bi hev re xebateke hevpar dikin. Li cihê ku şaredariyê daye me, dê rûnê lewenteyê bê derxistin. Her wiha em ê ji bo firotina van beran jî cihekî ava bikin." 
 
RIZGARÎ HILBERÎN E
 
Kaya, destnîşan kir ku li her derî mirov ji bêgavî an xwe disipêrin pergalê an jî kesan, lê belê tekane xelasî hilberîn e û got: "Kooperatîfbûyîn jî rêbazek e ku mirovan tîne cem hev du û hildiberîne. Ne axayekî Ardanûçê heye ku aliyê wê bike ne jî dê serî li ber pergalê bitewîne. Me aqilê xwe yê hevpar û derfetên xwe yên biçûk anîn cem hev du û kooperatîf ava kir. Rizgariya vî welatî bi hilberînê pêkan e. Ya ku em dikin jî xwedîderketina li vî welatî ye û jinûve hilberandin e. Ez ji hemû dostan re dibêjim ku bên cem hev du û xelas bibin." 
 
MA/ Tolga Guney