Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin

img

WAN - Rewşa Sîteya Galerîvanan a Tûşbayê ku di dawiya her hefteyê de tê vekirin û lê wesayîtên kevn tên firotin, nebaş e. Firotina wesayîtên kevn kêm bûye û fiyet jî her ku diçe bihatir dibe. 

Ji ber krîza aborî fiyeta wesayîtên kevn biha dibe û stendina wan jî kêm dibe. Welatiyan, diyar kir ku bawer nakin ku fiyet erzan bibin û êdî mirov nikarin wesayîtan bikirin. 
 
Erkan Kîrve ku ji bo wesayîtekê bikire hat bazarê, diyar kir ku ji ber ku wesayîtên nû nayên çêkirin û ji ber krîza aborî fiyet biha bûne. Kîrve got: "Mirov êdî nikarin wesayîtan bikirin, ji lew re qaweta wan têr nake. Mirov bi salan didin ser hev, lê belê ancax dikarin modeleke kevn bikirin. Ji ber ku fiyet biha bûne kes nikare bikire. Du meh in têm bazarê, lê fiyet her roj bihatir dibin û ez nikarim wesayîtê bikirim. Wesayîta ku berê bi 45 hezarn bû, niha bûye 115 hezar. Heger wisa bidome, dê fiyet bihatir bibin. Tu radibî 50 TL kredî dikişînî, nîviyê wê faîz e. Kesekî bi meaşê kêm dixebite dê çawa wesayîtê bikire? Em bikirin jî em ê nikaribin di ber sotemeniya wê re bigihên." 
 
FIYET DU QAT BIHA BÛNE
 
Serhat Aslan jî anî ziman ku fiyetê wesayîtan li gor berê pir biha bûne û bal kişand ser krîza aborî. Aslan, destnîşan kir ku heya krîz neqede dê fiyetên wesayîtan jî erzan nebe. Aslan got: "Hema bibêje fiyetê wesayîtan du qat biha bûye. Tu wesayîtekê dikirî, ji nîvî bêtir heqê bacê ye. Krîza aborî ya Tirkiyeyê baş nabe. Ji ber krîzê wesayît nayên çêkirin û fiyet jî biha dibin. Gava mirovek wesyîtekê bikire, a rast yekê ji bankeyê re, yekê ji dewletê re û yekê jî ji xwe re dikire. Gava em wesayîtê dikirin ji sedî 75'ê pereyê me diçe ji banke û dewletê re. Êdî kes nikare wesayîtan bikire. Heya aborî baş nebe, dê rewş qet baş nebe." 
 
DU MEH IN NIKARE WESAYÎTA XWE BIFIROŞE
 
Mevlut Karaman jî anî ziman ku du meh in dixwaze wesayîta xwe bifiroşe û got: "Li Tirkiyeyê gava fiyetê tiştekî biha bibe, careke din erzan nabe. Pêdiviya min pê heye, lê kes wesayîta min nakire. Niha bifiroşim, ez ê nikaribim yeke din bikirim. Dibêjin dê fiyet erzan bibin, lê tew bihatir dibin. Dolar û euro her roj biha dibin. Lewma ne mimkun e ku fiyet erzan bibin. Esnaf û gel tev de perîşan bûne." 
 
Cûmalî Gulmez jî got: "Ez ji bo piyaseyê fêm bikim hatim vira. Lê fiyyet her roj biha dibin. Mirov wesayîta xwe difiroşin, lê careke din nikarin bistînin. Saziyeke ku piyaseya wesayîtên kevn kontrol bike jî tune ye."