Karkerekî ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da

img
ÎZMÎR - Penaberê ji Sûriyeyê Hîlal El Raşît ê 26 salî yê di atolyeya paşve veguherandinê de dixebitî, piştî ku piyê xwe xist ber makîneyê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, penaberê ji Sûriyeyê Hîlal El Raşît ê 26 salî di alolyeya paşve veguherandinê de, jiyana xwe ji dest da. Bûyer, duh saet 18.00’an li atolyeya li Cadeya Gokdere pêk hat 
 
Li gorî agahiyan, Hîlal El Raşît ê di atolyeyê de dixebitî, boriyên plastîk li makîneya paşve veguherandinê bi cih dikir û piyê Raşît di vê naberê de ket ber makîneyê. Karkerê piyê wî ket ber makîneya bi awayekî dilşewat jiyana xwe ji dest da. 
 
Ekîbên eskerî û 110 AKS piştî agahî dayînê sewqî cihê bûyer hatin kirin. Dozgerê hat cihê bûyer, mirina Raşît lêkolîn kir. Cenazeyê Hîlal El Raşît piştî lêpirsîn û lêkolînê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê hat kirin.