Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin

img
VAN - Welatiyên ku çûn bazara li taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşê hatiye avakirin, krîza aborî ya ku pê re rûbirû mane wiha şîrove kirin: "Tiştên ku me berê bi kîs û qaseyan dikirîn, niha em nikarin bi kîloyan bikirin.” 
 
Yek li cihên ku herî zêde krîza aborî xwe lê nîşan dide bazarên li taxan in. Welatî bi gilî û gazin in ku dibêjin ew nikarin danûstandinê bikin. Li bazara taxa Cevdetpaşa ya navçeya Rêya Armûşa Wanê welatiyên ku derketin bazarê danûstandinê bikin, diyar kirin ku ew nikarin pêdiviyên xwe sereke bistînin. 
 
‘EM NIKARIN DI BER TIŞTAN DE DERBAS BIBIN’ 
 
Sacîde Sumer destnîşan kir ku ew di xaniyên bi kirê de rûdinin û pereyê tê destê wan pêdiviyê zarokên wê dabîn nake û got: “Ez ji bo lîmon û sîran hatim bazarê, min dît ku her tişt biha bûye. Çawa ev bihabûn û krîz e. Berê me qaseyek firîngê bi 10 lîreyan dikirî, niha hema bêje kîlo bi 10 lîreyan tê firotin. Kirê û fatûreyên malê derketine du qatên par. Bi giştî hezar û 600 lîre pere tê mala me. 5 ferdên malbatê îdareya xwe pê dikin. Berê tiştek ku me dixwest dikaribû bikiriya. Lê niha em nikarin di ber de derbas bibin.” 
 
MEAŞÊ WÎ TÊRA DU ROJAN NAKE 
 
Muhittîn Atali ê 76 salî jî da zanîn ku niha ew li wan rojên ku her tişt erzan bûn digerin û pereyê wî yê teqewîtiyê têra du rojan nake. Atali anî ziman ku ji ber her tişt biha bûye, êdî ew nikarin debara xwe bikin û ew nikarin hewcedariyek xwe dabîn bikin. 
 
BERÊ BI KÎSAN ÎRO NIKARIN BI KÎLOYAN 
 
Mahîr Tosûn jî diyar kir ku di vê heyamê de zengîn tam zengîn bûne û feqîr jî tam feqîr bûne û got: “Ez hatim ku sebzeyan bikirim, lê piştî min fiyeta wan dît, difikirim ku ez ê çawa bikirim. Kîloya bacanê reş bûye 10 lîre. Min jî ji neçarî pîvaz û kartol kirî. Min kîsê li cem xwe vala anî û ez vala bibim malê. Wê însanek çawa debara xwe bi bihayê asgarî bike? Berê me bi kîsan û qaseyan  tişt û miştan dikirî lê niha em nikarin bi kîloyan jî bikirin.” 
 
BI GRAMAN TIŞTAN DIKIRIN 
 
Ecevît Mukemre yê ku li bazarê esnafiyê dike diyar kir ku ji ber bi însanan re pere nîne, kes tiştek nakire û ew jî nikarin kar bikin. Mukemre da zanîn ku ew di jiyana xwe de hêj nû dibîne debara jiyanê ewqas zor bûye. Mukemre got ji ber ku pere bi xelkê re nîne roj bi roj ew jî zirarê dikin û tenê ne karê wî hemû esnafên li bazarê bi gilî û gazin in. Mukemre anî ziman ku êdî wisa bûye ku însan bi graman tiştan dikirin. 
 
MA / Bariş Donmez