Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin

img

WAN - Bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan, bandor li esnafên halê jî kir. Esnafên Hala Zebze ya Wanê anîn ziman ku wan û krîzê bi qirika hev girtiye û esnaf Emre Yermen jî got: "Nanê feqîran pîvaza hişk û petat bûn, lê êdî nikarin wan jî bistînin." 

Fiyetê fêkî û zebzeyan bênavber biha dibin. Esnafên Kompleksa Hala Zebze û Fêkiyan a Wanê, destnîşan kirin ku ne sermiyan, deynên wan zêde dibin. 
 
‘EM DI NAV DEYNAN DE NE'
 
Esnafê halê Ozan Abî got: "Di rojên dawî de firingî, xiyar, hirmî û sêv tên Wanê. Ji ber maliyeta zêde fiyet tim biha dibin. Ji ber ku her tişt bi kûra dolar tê hesibandin, kûr çi qas zêde bibe fiyet jî ew qasî biha dibin. Jixwe di rewşeke wiha de di dest kesî de sermiyan mermiyan nemaye. Ji ber ku pere bi mirovan re tune ye, ji dêvla 10 hezar donimî, 5 hezar donimî datîne. Helbet ev tişt hemû bandorê li me dikin û gava fiyet biha bin em nikarin tiştekî bifiroşin. Her kes budçeyek xwe heye û li gor wê budçeyê hereket dike. Berê mirovan budçe ji bo zebze û fêkiyan vediqetand û ji ya niha pir pir zêde bû. Lê mirov tiştên ku îro dixwin sibê nikarin bixwin. Krîza aborî bandorek mezin kiriye. Çend sal berê me tirek zebze û fêkiyan bi 50 hezar TL'yî distend, lê niha em nikarin bi 200 hezar TL'yî bistînin. Niha em di nav deynan de ne. Êdî çerxa me esnafên halê nagere." 
 
‘JI 100 TONÎ DAKET 6 TONAN'
 
Mehmet Resûl Kivanç ku 35 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku hema bibêje êdî nikare tiştekî jî bifiroşe û hindik mane dezgehên xwe rakin. Kivanç, diyar kir ku êdî nikarin debara xwe bikin û got: "Niha 3 sal in esnaf ji berîka xwe dixwin. Berê min heftê 100 ton tirî difirot. Lê niha 5 an jî 6 tonan difiroşim. Mirov bi meaşê kêm dixebitin. Heger karê bi meaşê kêm bi dest wan nekeve, bi hezar TL'yî dixebitin. Ma dê bi vî pereyî heqê kirê bide, heqê fatûreyan bide an pê heqê mesrefên zarokên xwe bide? Jixwe heqê ceryan û gazê çûne hey çûne." 
 
‘EM QEZENC NAKIN'
 
Esnaf Emre Yermen jî destnîşan kir ku gubre û dermanên di hilberînê de tên bikaranîn jî bi dolar tên hesibandin û got: "Ji ber vê qezenc pir kêm e. Heger em berên li nav erd belaş jî wergirin, dîsa serê kîloyê lîreyek mesref e. Êdî em hew qezenc dikin. Kesê berê 100 donim erd datanî niha ya 50 donimî datîne an jî qet danayne. Nanê feqîran pîvaza hişk û petat bûn, lê êdî nikarin wan jî bistînin. Heger tu pênc kîlo tirşî çêbikî, tu mecbûrî bi 24 TL'yan zebze bikirî. Êdî kes hew dikare debara xwe bike."