'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'

img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, Haci Lokman Bîrlîk ê piştî hatibû qetilkirin laşê wî li pey maşineya zirxî bi erdê re hatibû kaşkirin bir rojeva Meclîsê û pirsa "Kujerên Haci Lokman Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?" pirsî. 
 
Di ser qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk ê piştî hatibû qetilkirin laşê wî li pey maşineya zirxî bi erdê re hatibû kaşkirin re 6 sal derbas bûn. Bi dehan serlêdanên parêzeran ên têkildarî qetilkirina Bîrlîk bêbersiv man. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr jî ev rewş bir rojeva Meclîsê. Îmîr derbarê lêpirsînê de pêşniyazname pêşkeşî Wezareta Dadê kir û agahî xwestin. 
 
Îmîr, di pêşniyaznameyê de destnîşan kir ku ligel 6 sal bi ser qetilkirina Bîrlîk re  derbas bûn jî hêj tu lêpirsîn nehatiye vekirin û wiha got: “Tê îdiakirin ku hêj derbarê kuştina Bîrlîk de tu lêpirsîn nehatine vekirin. Derbarê kê dîmen kişandiye û parve kiriye de lêpirsîn hatiye vekirin. Parêzer jî diyar dikin ku têkildarî kuştin û tişta bi cenaze hatiye kirin lêpirsîn nehatiye vekirin.”
 
 
Îmîr, ji bo ku Wezîr Abdulhamîd Gul bibersivîne ev pirs jê kirin: 
 
“*Ligel ku îşkence sûcê mirovahiyê ye jî, tiştek nekirina darazê ya derbarê îşkencekirina cenazeyekî de ne pêkanîneke li dijî hiqûqê ye?
 
* Armanca nedarizandina faîlên Haci Lokman Bîrlîk ê îşkence li cenazeyê wî hat kirin û di hişê civakê de cihê xwe girt çi ye?
 
* Faîlên vê bûyerê ji aliyê kê ve tên parastin? Gelek fermandarên operasyona wê demê bi operasyonên FETO’yê hatin girtin, kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?
 
*Sedemê pêşneketina lêpirsînên têkildarî faîlên Bîrlîk çi ye?
 
* Armanca bersivnedayîna pêşniyazpirsên me yên parlementerên HDP’î ku 6 sal in didin Wezareta Dadê çi ye? Wezareta we ne muxatabê vê lêpirsînê ye? Heke ne wisa be, muxatabê vê lêpirsînê çi ye?
 
* Rast e ku 6 polîsên ku di qeydên bêtêlê de dengê wan hatibûn tespît kirin û tê îdiakirin ku ji aliyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû ve ji kar hatine dûrxistin, li Miduriyetên Polîsan ên cuda li ser peywîrê ne?
 
*Sedemê lêpirsîneke bi bandor ya derbarê polîsên ku bi awayekî zelal di qeydên kamerayan de tên dîtin û ji kodên têlsizan hatin tespîtkirin, neyê birêvebirin çi ye?
 
* Awayê kuştina Hacî Lokman Bîrlîk nîşan dide ku bi hev re û bi zanebûn sûcek hatiye kirin. Lê belê, rastiya ku sûcdar ji bo yek sûcekî têne darizandin, nerîna ku sûcdar têne parastin xurt dike. Tevî ku kiryarên sûcên bi vî rengî têne hesibandin ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine, ne li dijî kesekî, lê çi bingeha qanûnî heye ku doz di forma xwe ya heyî de jî pêş nekeve?