Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin

img
RIHA - Endamên Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ku ji kar hatin derxistin, li ber Fabrîkaya Tekstîlê ya Ugur çalakiya nobetê dan destpêkirin. 
 
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Rihayê di 10’ê îlon3e de li Tekstîla Ugur rayedariya sendîkayî wergirt. Nêzî 300 karker li fabrîkaya vê tekstîlê dixebitin. Rêveberiya tekstîlê sendîkayê nas nekir û duh bi hêceta Kod-18 tevahiya karkeran ji kar derxist. Nûnertiya Herêmê ya Tekstîl Îşê û karkerên ji kar hatine derxistin vê sibehê li ber Fabrîkaya Tekstîla Ugur a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2’yemîn a Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Sendîka maf e nayê astengkirin. Bijî têkoşîna kar, ked û azadiyê” hat vekirin. 
 
Nûnerê Sendîkayê yê Herêmê Mehmet Turkmen daxuyanî da û got li dijî rêxistinbûna wan her tişt tê kirin û ew ê dev ji têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe sendîkayê û mafê karkeran bernedin. Turkmen diyar kir ku mafê rêxistinbûyînê yê sendîkabûnê nehatiye nasîn û sedemê derxistina karkeran a ji kar jî endambûna sendîkayê ye. 
 
Piştî daxuyaniyê karkeran dirûşm berz kirin û çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin. Çalakiya nobetê wê bi dorveger bi komên ji 20 kesan pêk tên berdewam bike. Çalakî wê her roj saet di navbera 09.00 û 17.00’an de berdewam bike.