Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin

img
STENBOL - Li Umraniyê, polîs û zabiteyan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin û herî kêm du karker binçav kirin  
 
Zabiteyên girêdayî Şaredariya Umraniyê ya Stenbolê û polîsan di saetên serê sibê de, bi ser depoyên paşve veguherandinê de girtin. Polîs û zabiteyan pirsa ruxsatên karkerên dixebitîn kirin û gefa dest danîna s er depoyan li xwediyên wan xwarin. Karkeran bertek nîşanî vê yekê dan. Polîsên hêzên çewîk li ser vê yekê sewqî herêmê hatin kirin. Berteka karkeran dewam kir. Polîsan li ser vê yekê bi gazên îsotê û guleyên plastîk êrişî karkeran kirin. 
 
Di êrişa polîsan de herî kêm 2 karker hatin binçavkirin. Ji ber berteka karkeran polîs paşve vekişiyan. Li ser vê yekê polîs li pêşberî depoyan bi cih bûn. Karker jî li benda serdegirtineke gengaz disekinin.