300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin

img
RIHA - Li Rihayê 300 karkerên bi hêceta Kod-18 ji Fabrîkaya Tekstîlê ya Ugur hatin derxistin, di roja duyemîn de çalakiya xwe domandin û gotin “Em li hember pergala axatî û koletiyê serî radikin.”
 
Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li Rihayê di 9’ê îlonê de li Tekstîla Ugur rayedariya sendîkayî wergirt. Nêzî 300 karker li fabrîkaya vê tekstîlê dixebitin. Rêveberiya tekstîlê sendîkayê nas nekir û bi hêceta Kod-18 tevahiya karkeran ji kar derxist. Nûnertiya Herêmê ya Tekstîl Îşê û karkerên ji kar hatine derxistin di roja yekemîn de li ber Fabrîkaya Tekstîla Ugur a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2’yemîn a Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Karkeran îro jî li Meydana Rabia ya Rihayê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên KESK’ê û partiyên siyasî jî piştevaniya karkeran kirin. 
 
BI NEHEQIYÊ RE RÛBIRÛ NE 
 
Ji karkeran Zehra Çeçan diyar kir ku ji ber wan li ber neheqiyê serî netewandiye ji kar hatine avêtin û armanca wan ew e ku vegerin karê xwe lê wek sendîkayî bixebite. 
 
Ji karkeran Mûrat Çalışkan jî ji bere w endamê sendîkayê bûne bi neheqiyê re rûbirû mane û banga têkoşîna hevpar li karkeran kir. 
 
‘EM SERÎ RADIKIN’ 
 
Nûnerê Sendîkaya Karkerên Tesktîê Mehmet Turkmen jî anî ziman ku pergala koletiyê li karkeran tê ferzkirin û ji ber karkeran viya qebûl nekiriye ji kar hatine derxistin. Turkmen destnîşan kir ku divê mafê karkeran ê sendîkabûnê were nasîn. Turkmen got ew li ser navê karkeran dibêje bi tu awayî mafê karkeran divê neyê astengkirin û got: “Wê ev pergala kedxwarî were guhertin. Wê zilmkar hesab bidin gel. Em bang li walî û serokşaredar dikin ku nebin şirîkê vî sûcî. Em carek din dibêjin ku em li hember vê pergala axatî û koletiyê serî radikin.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bidawî bû.