3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin

img
STENBOL - Ji ber testa yek ji 3 karkerên ku kaxizan kom dikin ên hatibûn binçavkirin, pozîtîf derket berî ku dozgerî îfadeyên wan bigire sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê her sê karker girtin. 
 
Zabitayên Şaredariya Umraniyeya Stenbolê duh di saetên serê sibê de bi ser depoyên karkerên ku kaxizan kom dikin de girtin û rûxsetên wan kontrol kirin. Zabitayan gefa dest danînê li depoyên ku ruxsetên wan nîne xwarin. Piştî ku karkeran bertek nîşanî rewşê dan, tîmên polîsan ên hatin wir bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrişî karkeran kirin. Li ser berteka karkeran polîs ji cihê depoyên kaxiz komkirinê paş ve çûn. 
 
3 KARKER HATIN GIRTIN
 
Li cihê depoyan polîsan bi îdiaya “li dijî karmendê peywîrdar derketine, ewlehiya cemaweriyê û ewlehiya giştî xistine xeteriyê” 3 karker binçav kirin. Her sê karkerên ku kaxizan kom dikin ên îro derxistin edliyeyê hatin girtin û şandin girtîgehê. 
 
ÎFADEYÊN WAN NEHATIN WERGIRTIN
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê tevlî îfade wergirtina karkeran bû, li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal têkildarî girtina karkeran daxuyaniyek parve kir. OHD’ê diyar kir ku ji ber testa karkerekî pozîtîf derket, berî ku îfadeya wan bê wergirtin her sê karker sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê kirin û wiha got: “Em biryara dozgeriya ya ji hiqûq û mantiqê dûr qebûl nakin û diyar dikin ku li cem kedkarên ku kaxizan kom dikinin. Em ê pêvajoyê bişopînin. Girtina karkeran binpêkirina hiqûq û wijdanê ye.”