Hestên xwe bi keviran nexş dike

img
ENQERE - Mîne Kîper a ku keviran ji keviyê çem berhev dike û piştî boyaxkirinê amade dike, hestên xwe bi van keviran nexş dike. 
 
Jina 63 salî Mîne Kîper kevirên ji ber peravên avê kom dike, vediguherîne berhemeke hunerî.  Mamosteya fîzîkî ya emekdar Mîne Kîpar a li Batikenta Enqerê dijî, ewil weke hobî dest bi komkirina kevirina dike û dûre ji ber pirsgirêkên aborî, van lewheyên xwe yên hunerê vediguherîne jêderka debarê. Kîper a ku bi alîkariya hevalên xwe van keviran kom dike, di makîenya zimpere re derbas dike û bi vî awayî amade dike. Kîper, li ser van keviran nexşên cur bi cur xêz dike û dike lewheyên herî bedew. Her lewheyekê ku Kîper çêdike, çîrokek wê heye.  
 
Kîper, diyar kir ku piştî bû emekdar nekarî debara xwe bike û wiha axivî: “Ji ber vê neçar mam ku vî karî ji bo bazirganiyê bikim. Min dest pê kir ku nanê xwe ji kevir derbixim. Hemû lewheyê min, hestên min vedibêjin. Di vê serdemê de, li Tirkiyeyê tu qîmeta keda destan nemaye. Mirov bûne mereqdarê merqeyan. Lê keda min ji bo min pir girînge. Ligel hemû zor û zehmetiyan min dikan vekir. Ev 6 salin vê karî dikim. Ez vî karî nîşanî kesên dixwazin jî dikim. Ez van kevirim li ber peravên çem, derya û robaran kom dikim. Li ser her kevirekê ku min nexşandî çîrokek min heye. Min ev hobiya xwe pêş xist. Min fîzîk û hobiya xwe kir yek û li ser keviran nexş kir. Divê civak civakek hilberîner be, ne civatek serfkar be. Ez li vê derê xîtabî her kesî dikim. Ciwanên me ji ber girêdana teknolojiye, hestên xwe nikarin vebêjin. Ez ji vê derê bang li jinan dikim; bi keda xwe pereyên xwe qezenc bikin û bi awayekê azad xerc bikin. Bila tu hêviyên we ji tu kesî nebe.”