Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye

img
RIHA - 300 karker bi hinceta Kod-18 ji KargehaTekstîlê ya Ûgur hatin derxistin, ligel hemû astengiyan jî 3 rojin çalakiya xwe ya nobetê dewam dikin.
 
Rêveberiya Kargeha Tekstîlê ya Ûgûr a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya 2’yemîn a Rihayê, di 9’ê Îlonê de, piştî ku Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya DÎSK'ê destûra sendîkayê stend, 300 karker bi hinceta Kod-18 (Xebat diqede) ji kar derxistin. 
 
Çalakiya rûnişyinê ya ku karkeren li ber kargehê dest pê kirin, di roja 3’yan de dewam dike. Kerkerên ku îro di saetên serê sibe de hatin ber kargehê,  eskeran pêşiya wan girt. Eskeran ji karkeran re gotin, rawestandina li ber kargehê qedexeye û destûr nedan ku karker nobetê bigirin.
 
‘EM KARKEREN, MAFDARIN’
 
Nûnerê Herêma Dîlokê yê Karê Tekstîlê ya DÎSK’ê Mehmet Turkmen, bertek nîşanî eskeran da û wiha got: “Ev der Rihaye. Li vê derê berjewendiyên patron, ji qanûnan girîngtire. Yên ku baskên xwe ji patronan re vedikin, karkeran qetil dikin, qanûnan binpê dikin û bi xapandinê ji sendîkayê xilas dibin, ew kesin ku îro li pêşiya karkerên ku li mafê xwe digerin barîkatan datînin e. Em li vê derê ne. Emê neçin tu derî. Em karkerin, mafdarin û bi berxwedanê em ê qezenc bikin.”
 
Karker li cihekê nêzî kargehê, radiwestin.