Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike

img

STENBOL - Karkerên kaxizan berhev dikin ên rastî êrişa polîs û zabiteyan hatin û deriyên depoyên wan hatin morhkirin, dan zanîn ku ji ber ku kar nabînin vî karî dikin û gotin: “Desthilatdarî zilmê li me dike û vî karî ji bo me zêde dibîn e.”

 
Li navçeya Umraniyê ya Stenbolê, polîs û zabiteyên girêdayî Şaredariya Umraniyê, bi ser depoyên paşve veguherandinê de girtin û depoyên karkerên kaxizan berhev dikin, şewitandin. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîkê êrişî karkeran kiribûn û 3 karker binçav kiribûn. 3 karkerên hatibûn binçavkirin dûre hatibûn girtin. 
 
Dûre gelek depoyên paşve veguherandinê yên li Umraniyê hatin morhkirin. Bendewariya bi guman a karkerên kaxizan berdewam dike. Karkerên ku bertek nîşanî girtina hevalên xwe û serdegirtina depoyên xwe dan, diyar kirin ku ew rastî bêmafiyek mezin tên. 
 
‘EM NANÊ XWE JI ÇOPÊ DERDIXIN’
 
Karkerê kaxizan kom dike Mehmet Turkmen ê 38 salî, diyar kir ku ew di depoya paşve veguherandinê ya li Umraniyê dixebite û bertek nîşanî zextên li dijî karkeran da. Turkmen, anî ziman ku ew ji neçarî vî karî dikin û wiha axivî: “Ev karê komkirina çopê karî herî dawiye ku mirov bike. Em nanê xwe ji vî karî derdixin û li zarokên xwe mêze dikin. Qezenca me li ser vê kariye. Lê vî karî jî ji bo me zêde dibînin. Em karek din nabînin. Ji vir û şûnde em nizanin em ê çi bikin. Gelo ezê çawan kar bibinim. Ger vî karî jî ji min bistînin, tu şansekê min ê din namîne.” 
 
‘GELO HIKUMET JI ME ÇI DIXWAZE?’
 
Turkmen, da zanîn ku 20 vî karî dike û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ligel vê jî bi zorê debara xwe dikim. Gelo ev desthilatdar ji me çi dixwaze. Em êdî ji vê dewletê jî tiştekî hêvî nakin. Em van amûran dibin şert û mercên herî zor de, digirin. Dema ku polîsan êrişî me kir, em her yekê bi derekê ve reviyan. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrişî me kirin. Ji ber guleyên ku polîsan li me reşandin, agir bi kaxizên ku me kom kiribûn ket. Her tişt bû xelî. Cihê razana me şewitî. Desthilatdarî zilmê li me dike. Em rastî gelek zextan tên. Heya niha me tu kes bi xwe ve aciz nekiriye. Ji bo vê derê me gelek mesref kir. Ger bê girtin, emê gelek zirar bikin.”
 
'DIXWAZIN NANÊ ME JI ME BIGIRIN’
 
Mehmet Ûzûn jî ji bo debara xwe bike, kaxizan kom dike. Ûzûn, da zanîn ku cihê wan ê razanê hat şewitandin û wiha axivî: “Di dema êrişê de gelek hevalên me birîndar bûn. Kesek bi dildarî nayê li ser çopan kaxizan kom nake. Xwendekarên zanîngehê yên kar nabînin jî, tên vî karî dikin. Ji keyfa em çopê kom nakin. Ji ber ku kar tuneye em vî karî dikin. Her tiştî didizin, lê dîsa jî çavê wan têr nabe. Niha jî dixwazin nanê me ji me bigirin. Bila mirovên me vê zilmê bibînin.” 
 
'EVQAS CUDAKIRÎ ÇIYE?’
 
Ji karkeran Abdullah Ûzûn jî, bertek nîşanî zextan da û wiha got: “Di dema serdegirtinê de em ji konteyniran derxistin. Destûr nedan ku em alavên xwe ji konteyniran derbixin. Polîs û zabite bi kepçe û qemyonan hatin ber deriyê me. Me hew dît ku kaxizên me kom kirine şewitîn. Dûre jî êrişî me kirin. Konteynirên me şewitandin. Niha em derve mane. Ji bo razanê em diçin gel hevalên xwe. Zarokên min ên diçin dibistanê hene. Ez neçarim ku debara malbata xwe bikim. Ji ber van zextan fikarên me hene. Dest danîn ser erebeyên me yên ji bo komkirina kaxizan. Ji me re dibêjin ji vê derê herin. Em çi bikin? Gelo em derkevin kolanan û mirovan xesp bikin. Gelo em dizîtiyê bikin. Em hemwelatiyên vî welatî ne. Gelo evqas cudakarî ji bo çi ye? Hevalên me bêsûc û bêmaf girtin.”