Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê

img
RIHA - Li Rihayê 300 karkerên ji fabrîkaya tekstîlê hatin derxistin dest bi çalakiyê kiribûn. Xwediyê kar daxwaza hevdîtina bi karkeran re qebûl kir û li ser vê yekê karkeran heta roja înê navbera da çalakiya xwe. 
 
Xwediyê Fabrîkaya Tekstîlê ya Ugur a li Rihayê 300 karkeran ji ber ku endamên sendîkayê ne bi hêceta Kod-18 ji kar derxist. Li ser vê yekê karkeran dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran îro di roja sêyemîn de tevî dorpêça leşkeran jî dewam kir. Di navbera xwediyê kar û nûnerên karkeran de hevdîtin hat kirin. Rêveberiya vê fabrîkayê diyar kir ku wê roja înê bi rayedarên sendîkaya Tekstîl Îşê û karkeran re hevdîtin bike. Li ser vê yekê karkaran jî biryar girt ku heta roja înê navber bidin çalakiya xwe. Karkeran got heke ji hevdîtina roja înê tu encamek dernekeve wê çalakiya xwe berdewam bikin.