Îsal halê îsotê ne tu hal e!

img

RIHA- Îsota ku par li nav erd bi 3 TL'yan dihat firotin, îsal bi TL'yekê tê firotin. Cotkaran got: "Êdî em nikarin hilberînin." 

Li Rihayê îsal tiştek bi dest cotkarên îsota binavûdeng neket. Par li nav erd kîloya îsotê bi 3 TL'yan bû, lê îsal ji ber bihabûna fiyetên mazot, gubre û dermanan lêçûn zêde bûne û kîloya wê bûye lîreyek. Cotkar jî ji bo xisara xwe kêmtir bikin, îsota xwe ne bi karkeran, xwe bi xwe berhev dikin.
 
14 SAETAN DIXEBITIN
 
Li Taxa Mektelanê ya Pirsûsê, malbata Kuçukê 15 donim îsot çandiye. Malbat şeveqê zû saet di 4'an de dest bi kar dike heya 6'ê êvarê dixebite. Sedat Kuçuk ku li ber tavê tevî hevjîna xwe û du zarokên xwe dixebite, îsota berhev dikin dibe li navenda Pirsûsê difiroşe. 
 
7 MEH IN DIXEBITIN
 
Kuçuk, ragihand ku ji meha Sibatê de ve 15 donim îsot çandine û tam 7 meh in li nav erd dixebitin. Kuçuk got: "Bi mehan e me pir zehmetî kişand. Piştî heft mehan me dest bi berhevkirina wê kir. Lê îsal fiyetê îsotê pir erzan e. Min nêzî 50 hezar TL mesref lê kir, lê hê min nîviyê vî mesrefî dernexistiye. JI ber vê min nehişt keça min a 15 salî biçe dibistanê. Jixwe me mesref kir û em xisirîne. Me got, qet nebe em karkeran negirin. Karê îsotê em dikin, lê hê jî em di zirarê de ne." 
 
GUBRE BIHA, ÎSOT ERZAN DIBE
 
Kuçuk, bibîr xist ku par kîloya îsotê li nav erd bi 3 TL'yan firotine, lê îsal bûye lîreyek. Kuçuk, destnîşan kir ku fiyetên mazot, gubre û dermanan biha dibe, lê bereksê vê yê îsotê jî erzan dibe. Kuçuk got: "Fiyetê mazotê li gor par du qat bihatir bûye. Par mazot bi 4-5 TL'yan bû, lê îsal bûye 8 TL. Par gubre 3 TL bû, lê îsal bûye 5 TL û nîv. Derman jî bi heman awayî biha bûye. Lê fiyetê îsotê ji 3 paran 2 par eran bûye." 
 
HERÎ KÊM DIVÊ BIBE 4 TL
 
Kuçuk, anî ziman ku di van şert û mercan de cotkarî pir zehmet bûye, lewma divê piştgiriya wan bê kirin. Kuçuk wiha domand: "Ji xeynî vê tu rê tune ye. Îsal herî fiyetê îsota herî kêm divê bibe 4 TL. Yan na dê cotkar îsotê neçînin. Ez, hevjîna min û keça min em tev de dixebitin. Lê dîsa jî em dixisirin. Jixwe mixabin nîviyê îsotê li nav erd xera bû." 
 
ROJÊ 700 KÎLOYÎ BERHEV DIKIN
 
Kuçuk, da zanîn ku rojê 700 kîlo îsto berhev dikin û got: "Em ên berhev dikin li erebeya hespan bar dikim û dibim nava navçeyê. Li vir an em bi tena serê xwe didin esnafan an jî dibin hala zebzeyan û datînin wir." 
 
Kuçuk, bang kir ku cotkar nikarin di van şert û mercan de bixebitin, divê piştgiriya wan bê kirin. 
 
MA / Mujdat Can - Ferhat Çelîk