Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin

img

STENBOL - Polîs û zabitayên li Sancaktepe depoyên berhevkarên kaxizan hilweşandin, gelek karker binçav kirin. 

    
Polîs û zabitayên girêdayî şaredariya Sancaktepe, piştî navçeya Ataşehîr a Stenbolê, vê carê jî, di saetên serê sibê de, bi ser konteynir û depoyên karkerên berhevkarên kaxizan de girtin. Polîsan bi ser 36 adresan de girtin û bi makîneyên kar depoyên kaxizan hilweşandin.  Zabiteyan jî, dest danîn ser amûr û erebeyên destan ên berhevkarên kaxizan.
 
Hat diyarkirin ku di serdegirtinê de gelek kes hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku polîsan kesên binçav kirin, birin Navenda Komkirina Koçberan a Tûzlayê û wê ji vê derê jî der sînor bên kirin.