Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk

img

AGIRÎ - Şandeya HDP’ê li Agiriyê bernameya xwe ya “Budçeya Gel” eşkere kir û şandeyê diyar kir ku budçeya Tirkiyê ji bo şer û alîgiran tê amadekirin û ew ê li dijî vê budçeyê bikin budçeya gel.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê starta “Hevdîtinên Budçeyê” da. Civîna ji bo vê bernemaya aborî ango budçeyê li hotêlek bajêr hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garoya Paylan ku ji Komîsyona Aboriyê Berpirsiyar e, Şaziye Kose a ji Komîsyona Kedê Berpirsiyar e, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr beşdarî civînê bûn. 
 
Di civînê de Garo Paylan bi tirkî armanca vê hevdîtinê û Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî bi kurmancî armanca bernameya wan a li Agiriyê eşkere kirin. 
 
Axaftina Taşdemîr a derbarê vê bernameya wan a “Hevdîtinên Budçeyê” de wiha ye:
 
“Vê Komîsyona me ya Ked û Aboriyê ji bo ‘Budçeya Gel’ xebatek da destpêkirin. Me starta vê xebatê li Agiriyê da destpêkirin. Yek ji pirsgirêkên bingehîn a Agiriyê aborî ye. Lewma em vê bernameyê li Agiriyê didin destpêkirin.  
 
Em serê sibê çûn bazara heywanan û me serdana xelkê xwe kir. Em ê serdanên xwe ji bo gelê xwe bidôminîn û li pirsgirêkên wan guhdar bikin. 
 
Di dawiya vê mehê de li Meclîsê budçeya sala 2022’an dê were nîqaşkirin û em ê jî li ser daxwazên gel bisekinin û muxalefeta budçeya îqtidarê bikin. Em ê jî beriya vê li gelê xwe yê Agiriyê guhdar bikin ku ka çi pêşniyaz dikin û daxwaza wan çi ye.
 
BUDÇEYA DEMOKRATÎK, ADIL Û GEL
 
Ev budçeya ku wê li Meclîsê were nirxandin, ji bo bibe budçeyek demokratîk, adil û wek slogana me ku bibe ‘Budçeya Gel’, em ê pêşniyaz û nirxandinên xwe bikin. Ev budçeya heyî, budçeya gel nîne. Ne tenê îro ev 19 sal in budçeya Tirkiyê ji şer û alîgiran re û ji kêf û sadeta Qesrê re tê veqetandin. Ji gel re tiştek namîne. Tenê ji gelê me re feqîrtî, birçîbûn dimîne. Baca herî mezin li gelê me dibirin. Ji her alî ve barên herî giran dane ser milê gelê me. Lê belê em di encamê de jî dibînin yên ku dewlemend dibin ew in. Yên ku di nava kêf û xweşiyê de ne ew in. 
 
LÛÇÛYÎNÊN ROJEK QESRÊ BERDELA ABORIYA GELÊ AGIRIYÊ YE
 
Lêçûyînên rojekê tenê yên qesrê berdela aboriya gelê Agiriyê hemû ye. Ji ber vê yekê jî em dixwazin nerazîbûna xwe bînin ziman û muxalefeta xwe xurt bikin. Em û gelê me bi hev re hewl bidin ku ev budçeya sala 2022’yan bibe budçeya gel û demokratîk. Bila nebe budçeya şer, qesrê û pênc kesan. 
 
WÊNEYÊ AGIRIYÊ REWŞA TIRKIYÊ RAVE DIKE 
 
Gelê me yê Agiriyê di warê aboriyê de gelek xizan e. Ji ber vê me xwest em vê startê li vir bidin. Wêneyê bazara heywanan wêneyê aboriya Tirkiyê radixe ber çavan. Me destê xwe dirêjî kê kir û em bi kê re axivîn, her kesî qala xizanî û budçeyê kir. Me li derdek wan mezin guhdar kir. Bi salane rewşa Agiriyê wiha ye. Her çiqas me rewşa Agiriyê anî ziman jî lê îqtidarê ji bo Agiriyê gavek navêje. Tenê wextê hilbijartinê tên diaxivin û pişt re jî pişta xwe didin Agiriyê û vir ji bîr dikin. 
 
DI SALEKÎ DE 30 KES KOÇ KIRIN E 
 
Me tespîta vê yekê li Agiriyê kir, tenê di salekî de 30 hezar kes ji ber ku nikarin debara xwe bikin, koç kirine. Ji ber xizaniyê diçin. Şert û mercên wan nebaş e. Li wan welat û bajarên diçinê, karê înşatan dikin. Her meh ciwanek me ji înşatê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Tenê di salekê de 10 ciwanên me ji înşatê de ketine û jiyana xwe ji dest dane. 
 
AGIRIYÊ BI BIRÇÎBÛNÊ RE RÛBIRÛ HIŞTIN E
 
Agirî bajarê çandiniyê û sewalvaniyê ye. Lê belê nahêlin ku xelkê me vî karî xwe bike. Dewlemendiya sewalvanî û çandiniyê ya herî dewlemend a Agiriyê ye, lê belê îro bajarê me bi birçîbûnê re rûbirû maye. Ev yek jî bi zanebûn tê kirin. 
 
EM Ê DESTÛRÊ NEDIN BIRÇÎBÛN Û XIZANIYÊ 
 
Li bajarê Agiriyê bêkarî pirsgirêka herî mezin e. Mixabin li welatê me ciwan û jinên me karek ku bikin nîne, hemû bi birçîbûnê re rûbirû mane. Îqtidar li ser birçîbûna me siyasetê dike. Lê belê em ê jî tu carî destûr nedin vê birçîbûn û xizaniyê.