HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye

img

AGIRÎ - Şandeya HDP’ê ya di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” li Agiriyê yê serdana kesên bêkar kir. Welatiyan diyar kir ku AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye. 

 
Şandeya HDP’ê ya ku bernameya “Hevdîtinên Budçeyê” li Agiriyê da destpêkirin, piştî civîna çapemeniyê serdana kesên bêkar in kir. Şandeya HDP’ê li qahwexaneyek bi bêkeran re hevdîtin pêk anî û li pirsgirêkên welatiyên bêkar guhdar kirin. 
 
Welatiyek ku gilî û gazinên xwe bi şandeya HDP’ê re parve kir wiha got: “Her tişt biha kirine. Zivistan tê lê belê tonek komir kirine sê hezar lîre. Fiyeta nanekî bûye du lîre. Li Agiriyê kaniya debara me sewalkarî ye lê belê em nikarin kayê û êm bikirin. Heyfa vî gelî. Divê ji vê meseleyê re çareserî were dîtin. Êdî hêzek me nameye ku em xwe li ser piya bigirin.”
 
‘AKP’Ê ME PERÎŞAN KIRIYE’ 
 
Welatiyek din ku dibêje êdî ew nikarin debara xwe bikin jî wiha got: “Kîsek êm bûye 200 lîre. Tonek ka bûye hezar û 500 lîre. Tenekeyek rûn kirine 300 lîre. Em ne zengîn in. Ên zengîn AKP’yî ne. Êdî xelk nikare îdare bike. Ji bo debarê xwe bikin hemû zarokên min ji vir koç kirin çûn bajarên rojavayê Tirkiyê. AKP’ê me perîşan kiriye. Êdî bes e.” 
 
‘DIVÊ HDP LI BA GEL BE’
 
Welatiyek din jî da zanîn ku divê HDP’ê li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê bêtir di nava gel de be û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat divê HDP bêtir dengê xwe derxe. HDP partiya hiqûq, edalet û wekheviyê ye. Lewma divê van tiştên diqewimin bi awayek zelal ji gel re ragihîne.” 
 
‘NE JI GEL RE JI XWE RE PEREYAN RADIZÎNE’ 
 
Welatiyek bêkar jî destnîşan kir ku ciwanên wan ên bêkar ji ber bêkariyê neçar mane ku Agiriyê biterikînin û wiha got: “Em dixwazin pirsgirêka bêkariyê were çareserkirin. Şaredarê AKP’ê Savci Sayan gotibû ‘ez ê Agiriyê veguherînim Parîsê’. Lê belê cade û kuçeyên Agiriyê tev bûne çal û mirt. Ne ji bo Agiriyê ji bo ji xwe re xanî çê bike, razemeniyê dike. Em ji wan derewên wan bawer nakin. Em bi edaleta wan nebawerin. Êdî edalet û pêşveçûn nîne, perîşanî û birçîbûn heye.” 
 
‘GELÊ AGIRIYÊ BI ZANEBÛN TÊ FEQÎRKIRIN’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ê di şandeyê de cih digire ji welatiyan re axivî û destnîşan kir ku gelê Agiriyê bi zanebûn tê feqîrkirin û got: “Her roja ku diçe însanên me feqîr dibin. Li vî bajarê me delal her roj pirsgirêka bêkariya ciwanên me mezin dibe. Ji her sê ciwanan du ciwan bêkar in. Ev jî mixabinî ye. Em ê jî berevajî vê ji bo budçeya gelê xwe têbikoşin û bixebitin.” 
 
Şande li Agiriyê serdan û hevdîtinên xwe berdewam dike.