Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e

img
RIHA - Recep Okkaşê 27 salî diyar kir ku ji ber zemên her roj tên kirin xeyalên xwe taloq kiriye û Alî Kaya yê 75 salî yê ku li kuçe û kolanan tizbî û gustîlkan difiroşe, got: "Dawî kendal e." 
 
Ji ber zemên her roj tên kirin û bihabûna fiyetan, her diçe welatî xizantir dibin. Di demên dawî de yek ji mijarên sereke yên li kuçe û kolanên Rihayê tê gengeşekirin jî krîza aborî û bihabûna fiyetan e. Welatiyan û esnafan anîn ziman ku ji ber krîza aborî xeyalên xwe taloq kirine û dê dawî qet nebaş be. 
 
Recep Okkaş ê 27 salî ku li Qada Haşimiyeyê ava sûsê difiroşe, anî ziman ku aborî nemaye. Okkaş, destnîşan kir ku meaşê kêm têra mesrefên mirovan nake û ji ber zemên tên kirin xeyalê xwe yê ji bo zewicandinê taloq kiriye. Okkaş, bal kişand ser pêldarîya kûra dowîzan û got: "Her tişt girêdayî dolar e. Ez ava sûsê difiroşim, bi salan e qedehek wê bi lîreyekê ye. Lê di demên dawî de hin kes dibêjin lîreyek pir e û venaxwazin. Nanek bûye 2 lîre. Biha nakim, lê gava heqê mesrefên xwe jê derxim rojê 50 TL ji min re dimîne. Ev pere têra mesrefên min nake." 
 
‘MUSEBÎBÊ ZEMÊ CHP YE'
 
Muslum Tantaş jî derpêş kir ku yê ku zeman dike CHP ye û armanca wê ew e ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hilweşîne. Tantaş, diyar kir ku berên ku mehek berê bi 2 lîreyan dikirî, niha bi 4 lîreyan dikire û got: "Tayyîp nakeve, em birçî bimînin jî em ê raya xwe bidin Tayyîp." 
 
Esnaf Muslum Çîftçî jî 12 sal in li heman cihî baharatan û çay difiroşe. Çîftçî, diyar kir ku ji ber şewba Covîd-19'ê esnaf perîşan bûne û got: "Bi navê aboriyê tiştek nemaye. Du sal in em ji bêrîka xwe dixwin. Mirov nikarin an bibin mala xwe. Em hemû ditirsin. Heger aborî baş nebe, em ê dikanan bigirin. Di berîka mirovan de pere tune ye. Ev çarşî, dilê Rihayê ye, lê halê esnafan ne tu hal e. Ev tişt li her derî wisa ye. Êdî li Rihayê kes nikare îsot û fisteqan jî bikire." 
 
‘MIN TIŞTEKÎ WISA NEDÎTIBÛ'
 
Alî Kay ê 75 salî ku tizbî û gustîlkan difiroşe, rewşa xwe bi du sê peyvan xulase kir: "Qet ne baş e." Kay, bal kişand ser bihabûna fiyetan û got: "Gel dieciqînin. Dawiya vê kendal e. Ji sibehê heya êvarî hewl didim tizbî û gustîlkan bifiroşim, lê gav aêvarî diçim malê di berîka min de qurişek jî tune ye. Tiştê bi dest min dikeve hemû ji bo mesrefan e. 5 meh in min li derve xwarin nexweriye. Heqê xwarinekê bûye 50 TL. Ji sibehê heya êvarî bi nava birçî digerim. 75 salî me, lê min heya niha tiştekî wiha nedîtibû." 
 
Ahmet Balyemezê ku qumaşan difiroşe, got: "Qumaşê ku çend meh berê min ew bi 10 lîreyan dikirî, niha bûye 50 TL. Êdî kes qumaş nakire. Ez bi zorê debara mala xwe dikim. Berê qet deyndar nebûbûm, lê niha 30 hezar TL deynê min heye. Kirêya dikanê 3 hezar TL ye, ji berîka xwe didim. Ger wisa bidome, mehek du mehên din em ê dikananên xw ebigirin. Heyf e, Tirkiye êdî nema." 
 
‘HER ROJ BIHA DIBIN'
 
Kemal Catin ku li Çarşîya Kazaklarê îsot û qehweyê difiroşe jî got: "Heya 25 roj berê jî heqê qehwê 20 TL bû, lê niha bûye 80-90 TL. Êdî fiyet ne du qat, dibin çar qat. Her roj biha dibin. Êdî xizmên me jî wisa difikirin û dibêjin qey em wan dixapînin. Kes bi dilekî rihat danûstendinê nake." 
 
Akî Yolcû jî parast ku li seranserê cîhanê krîza aborî heye û li gor welatên din rewşa Tirkiyeyê baştir e. Yolcû, derpêş kir ku li Amerîka û Îngîltereyê krîz mezintir dibin û cardin parast ku rezervên Bankeya Navendî tije ne. 
 
MA / Emrûllah Acar – Ferhat Çelîk