Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?

img

MELETÎ - Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîne petixan çandiye, bi van gotinan bertek nîşanî xesara ku dikin da: "Me îsal ji binî ve xesar kir. Heta kuderê xesar?"

Li navçeya Yazihan a Meletiyê, pirsgirêkên cotkarên ku çandiniya petixan dikin bi dawî nabin. Rexmî ku dema çinîn û firotina wan e jî petix hê di nav erd de ne û nayên firotin. Cotkar ji vê rewşê gelek bi gazind in û ji bihabûna gubre, derman û mazotê jî nerazî ne. Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîn e petixan çandiye, pirsgirêkênku dijî vegot û got ku heke wiha bidome wê êdî careke din kes çandiniyê neke. 
 
POŞMAN BÛYE KU ÇANDIYE
 
Încesû, destnîşan kir ku di meha hezîranê de 25 donim erdê xwe kiriye petix û û wiha got: "Cotkar di gubre, tov û avdaniyê de pirsgirêkên mezin dijîn. Min cara yekemîn petix çandin lê di erde man. Ji çandina wan re poşman bûm. Di sala 2012'an de dema ku Bendava Boztepe Recaî Kûtan çêkirin gotin, 'Wê ken bê rûyê cotkaran'. Lê ji ber birîna avê ceh û genimê ku me çandin hişk bûn. Rexmî ku ji bo pirsgirêka avê bendavê çêkirin jî ev pirsgirêk qet nayê çareserkirin."
 
ZÊDEBÛNA BIHAYAN
 
Di berdewamê de Încesû, pirsgirêkên ku dijîn wiha rêz kirin: "Sala borî 50 kîlo gubre 135 TL bû, îsa bûye 280-300 TL. Biha 2 qat zêde bûne, lê mehsûl kêm e. Kîloya petixan sala borî 3.5 TL bû, lê îsal daketine 2.5 TL'yan. Maliyet zêde dibe lê bihayê mehsûl kêm dibe. Paketek tov 550 TL ye. Yanî libek tov bûye 55 quriş. Min 22 paket li vir çand. Tenê tov 15 hezar girt. Mazot, derman her tişt zêde dibe lê bihayê mehsûl jî her kêm dibe."
 
50 HEZAR TL MESREF KIRIYE
 
Încesû, da zanîn ku her diçe rewşa wan ne baş dibe û ev tişt anîn ziman: "Petix nayên firotin, kes nêzî wan nabe. Dema ku em dibêjin bihayê wan kêm bûye kes nakire. Heke neyê kirîn wê di erd de bimînin. Rewşa me xeternak e. Serê donimî 2 hezar TL mesrefa min dibe. Karkerî û keda xwe jî hesab nakim Heke av, gubre, tov û kirê jî hesab bikim wê mesrefa min derkeve 50 hezar TL'yî. Ez ê xesar bikim."
 
HETA KÎNGÊ XESAR?
 
Di dawiya axaftina xwe de cotkar Încesû ev daxwaz rêz kirin: "Mazot serî hildaye û diçe. Dîsa zem hat serê. Lîtreyek mazot bûye 8 TL. Qet nebe bila mazot û gubre erzan bê dayîn. Lewre gubre îsal 2-3 qat zêde bûye. Cotkaran ji binî ve xesar kir. Cotkarên silk, petix, ceh, genim çandine xesar dikin. Wê di nêz de cotkar dev ji van karan berdan. Xesar, xesar, xesar heta kuderê xesar?"
 
MA / Mujdat Can - Ferhat Çelîk