‘Heya meseleya kurdî çareser nebe dê yên din jî çareser nebin'

img

MÊRSÎN - Serokê Genel-Îşê yê Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku krîza aborî kiriye ku civak bipeqe. Goksoy, destnîşan kir ku heya meseleya kurdî neyê çareserkirin, dê pirsgirêkên din jî çareser nebin.

Serokê Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî yên Tirkiyeyê (Genel-Îş) a Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê pevgirêdayî meseleya kurdî ne. 
 
HEYA PIRSGIRÊKA KURDÎ ÇARESER NEBE...
 
Goksoy, anî ziman ku li welêt pirsgirêka demokratîkbûyînê heye û astengiya herî mezin a li ber vê jî meseleya krudî ye. Goksoy, destnîşan kir ku heya ku meseleya kurdî bi awayekî demokratîk çareser nebe, dê pirsgirêkên di warê aborî, çandî, civakî û jinê de jî çareser nebin û got: "Ev hemû pevgirêdayî ne." 
 
ÇÎNA KARKERAN
 
Goksoy, anî ziman ku pirsgirêka kurdî çîna karkeran eleqedar dike û got: "Meseleya kurdî, me çîna karkeran eleqedar dike. Ji lew ra li vî welatî budçeya ji bo şer tê etrxankirin li holê ye. Ev bi bacên ji karkeran, kedkaran, cotkaran tê wergirtin tê xerckirin." 
 
‘EM NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN’
 
Goksoy, anî ziman ku ji bo jiyaneke baştir ji bo karkeran, ddemildest divê meseleya kurdî bê çareserkirin û got: "Em nikarin bêdeng bimînin. Demekê rabûna li ber şer û doza ji bo aştiyê sûc bû. Qedexe kirin. Dê ev yek pêşî li ber demokratîkbûyîna welêt bigire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê ewilî ber demokratîkbûyînê bê vekirin. Heya pêşî li ber demokratîkbûyînê neyê vekirin, em ê nikaribin vê meseleyê çareser bikin." 
 
MEAŞÊ HERÎ KÊM
 
Goksoy sînorê birçîbûn û xizaniyê bibîr xistin û got: "Sînorê birçîbûnê 3.200 û 3.400 e. Lê meaşê kêm jî 2.824 TL ye. Nexwe ev nakokî ye. Sînorê xizaniyê jî 12 hezar e. Ji bo her meh 12 hezar TL têkeve malekê, divê li wê malê 2 kes bixebitin û her du kes jî 6 hezar TL wergirin. Yanî em bifikirin li her malê 2 kes idxebitin û meaşê wan ê kêm e, nexwe divê ew meaş 6 hezar TL be. Sendîka û hikûmet daxuyaniyan didin, lê divê mirov li ser esasê meseleyê bisekine. Ji bo mirov vê meseleyê bibîne, ne hewce ye mirov feylezof an jî pispor be." 
 
Goksoy, destnîşan kir ku karker hîn bêtir xizan bûne û di nav enflasyonê de tên fesandin. Goksoy, anî ziman ku îsal rojeke bê zem tune ye û got: "Êdî civak hatiye asta peqînê. Li Tirkiyeyê pêdiviyên zarûrûî bi xwe jî bûne tiştên luks. Sedema vê krîza aborî, ranta derdorekê ye." 
 
MA / Cemîl Ûgûr