Li Rihayê fiyetên avahiyan du qat biha bûne

img

RIHA - Li Rihayê fiyetên avahiyan ji sedî sed biha bûne. Nûner ÎMO'yê Rûken Okyay Çîçek, anî ziman ku sedemek bihabûnê jî ew e ku avahî û erse ji ber krîza aborî wekî amûreke veberhênanê tên bikaranîn. 

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî fiyetên avahiyan pir biha bûne. Li gor daneyên Endexsayê yên meha Îlonê, li Rihayê fiyetê avahiyan ji sedî 40.77 biha bûne. Nûnera Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Rihayê Rûken Okyay Çîçek, bihabûna fiyetê avahiyan nirxand.
 
‘JI BO VEBERHÊNANIYÊ TÊN BIKARANÎN'
 
Çîçek, destnîşan kir ku li welêt gelek faktorên ku bandorê li fiyetên avahiyan dikin hene û ji bo vê dahata para serê kesan, rêjeya betaliyê, rêjeyên faîzê, faktorên demokrafiyê û bajarsaziyê wekî mînak dan. Çîçek got: "Li Rihayê jî ev bandor li fiyetan dikin, lê ji van bêtir ya bandorê dike reflekseke aborî ye. Erseyên ji bo veberhênaniyê tên stendin, avahiyên ji bo veberhênaniyê tên kirîn, li dijî krîza aborî wekî temînatekê ne. Lewma fiyetê avahiyan biha dibe. Tona hesinê înşeatê di Gulana 2020'î de bi 2 hezar û 726 TL'yî bû, di Îlona 2021'ê de bû 5 hezar û 614 TL. Yanî ji sedî 102 biha bûye. Betona hazir ji sedî 69 û çîmento ji sedî 52 biha bûne." 
 
Çîçek, diyar kir ku sedema sereke ya bihabûna vahiyan, ew e ku mirov avahiyan û erseyan wekî amûreke veberhênaniyê bi kar tînin li hemberî krîza aborî. 
 
Çîçek, diyar kir ku ji ber ku enflasyon zêde dibe rihayî jî ji bo parastina pereyê xwe erse û avahî kirîne û asas di dema zêdebûna enflasyonê de û kêmbûna daxwaza ji bo avahiyan de diviyabû fiyet erzan bûbûna, lê belê ji ber zêdebûna maliyetê ya ji ber kirîzê fiyet biha bûne. Çîçek got: "Lê gava daxwaza kêm bibe divê fiyet jî erzan bibe, lê belê li Rihayê reflekseke bereksî vê heye." 
 
Çîçek da zanîn ku li Rihayê avahiyeke 3 sala berê fiyetê wê 500-600 hezar niha bûye milyon û 200 hezar an jî milyon û nîv. 
 
Çîçek, di dawiya axaftina xwe de got: "Em mecbûr in mafê stareyê yê her kesî biparêzin. Niha kesên rewşa wan a aborî tune ye û dahata wan kêm e, mafê wan ê sstarbûnê heye. Em rêxistinên pîşeyî beriya her tiştî rêzê li mafê hêwirînê yê welatiyên xwe digirin. Divê polîtîkaya dewletê ya di vî warî de bê guherandin û divê bajar bi vê ferasetê bên plansazkirin. Divê plansazî li gor her dahatê bê projekirin." 
 
MA / Mujdat Can