Hilberînerên silqokê ji ber kotayê dixisirin

img

MELETÎ- Paleyiya silqokê dest pê kir, lê hilberîner ji ber zêdebûna maliyetan û kotaya hatiye danîn hindik mane top bavêjin. Hilberîneran, anîn ziman ku sala bê dê nikaribin çandiniyê bikin. 

Li navçeya Yazixan a Meletiyê paleyiya silqokê dest pê kir, lê belê hilberîner ji ber maliyeta zêde û kotayê xisirîne. Hilberîneran bal kişand ser bihabûna fiyetê gubre û mazotê û anîn ziman ku 8 mehan xebitîne û ked dane, lê belê keda wan berhewa bûye. Salîh Bayar ku cara ewil silqok daniye, bilêv kir ku heger wisa bidome dê careke din daneyne û got: "Min di meha Sibatê de gubre reşand nava erd û paşê min silqok danî. Nêzî 9 meh in em li vira ne û tim dixebitin. Lê gava em heqê karkeran, heqê mazotê, heqê gubre û vaê bihesibînin, tiştek di dest me de namîne."
 
LÊÇÛN
 
Bayar, diyar kir ku li nav erdê wan pir giha çêdibe û dermankirin jî zirarê dide silqokê, lewma erd derman nekirine. Bayar, anî ziman ku ji bo ji gihayan xelas bibin 3 caran karker girtine û got: "Hema bibêje me nêzî 100 hezar TL da karkeran. Bi ser de heqê gubre heye. GUbereyê ku par bi 80 lîreyî bû, niha bi 240 lîreyî ye. Jixwe mazot her roj biha dibe. Ji ber van lêçûnan êdî naxwazim silqokê deynim."
 
MESELEYA KOTAYÊ 
 
Bayar, bal kişand ser meseleya kotayê ya ji bo silqokê hatiye danîn û gogt: "Kotaya îsal 5.9 ton e. Yanî serê donimê divê em 5 ton û 900 kîloyî wergirin. Kotayeke bi nav A û C jî heye. Mesela em bibêjin, te 100 donim silqok daniye. Heger tu zêdeyî kotaya hatiye danîn silqokê biçînî, fiyetê wê nîvî nîvî kêm dibe. Gava kêm be jî, ceza dibirin. Jixwe fiyetê silqokê ne tu fiyet e. 450 TL ye tona wê. Bi vî awayî mesref jî dernayê." 
 
DIXISIRSIN
 
Cotkar Erhan Încesû jî bal kişand ser heman pirsgirêkan. Încesû, anî ziman ku tona gubre bûye 7 hezar û got: "jixwe mazot her roj biha dibe. Duh jî 41 quriş lê hat zêdekirin. Îsal silqok ji sedî 25 biha bû, lê gava tu hehqê mazotê, gubre û karkeran jî dihesibînî tiştek di dest te de namîne." 
 
Încesû, bilêv kir ku kotaya ji bo silqokê derdê li ser derdan e û ggot: "Par min 25 donim çandibû. Kotaya min serê donimê 6 ton bû. Lê gava min rakir, 8 ton jê hat. Yanî 43 ton zêde bû. Par tona wê bi 336 TL'yî bû, lê ji ber ku silqoka min zêde hat tona wê bi 250 TL'yî stendin. Yanî ez ji ber kotayê xisirîm." 
 
Încesû, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek di dest wan de namîne û got: "Ev çend meh e em dixebitin. Lê gava em hesab dikin tiştek di dest me de namîne. Em dixwazin mazot û gubre bê erzankirin, wekî din em tiştekî naxwazin. Heger ev neyê kirin, sala bê dê kes neçîne û dê ev erd beyar bimînin." 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can