Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin

img

ŞIRNEX - Cizîrîyan destnîşan kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer ên hikûmetê ne û ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin.

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî her diçe debar zehmettir dibe. Welatiyan destnîşan kir ku budçeya ku ji bo polîtîkayên şer tê veqetandin ger ji bo gel û çareserkirina pirsgirêkan bê veqetandin dê mesele çareser bibe. Li navçeya Cîzîrê ya Şirnexê welatiyan pirsgirêkên xwe yên di vî warî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
Ji welatiyan Ayşe Bayin (55) anî ziman ku rewşa wan a aborî her ku diçe ber bi xerabbûnê ve diçe û wiha axivî: "Em ê ji birçîna bimirin. Berê ne wiha bû. Êdî kes nikare zarokên xwe xwedî bike. 50'î TL tenê têra mesrefa kesekî nake. Ez serê sibehê hatime çarşiyê. Ez hatime heta niha min tiştek nekiriye. Pereyê min tune ye ku danûstandinê bikim. Heger tişt bên erzankirin dibe ku ev aloziya heyî bi dawî bibe. Em nikarin şimikekî bikirin ku bikar bînin. Min li ser rûye erdê tenê kurek heye. Ew jî nikare zarokên xwe jî xwedî bike. Ceyran, av û hemû tiştên din biha bûne. 100 TL'yan tînin nikarin tenekeyek rûn û birincê bikirin. "
 
'PEREYÊ MIN TUNE YE KU ÇAKÊTEK BIKIRIM' 
 
Welatiyê bi navê  Halît Paksoy ( 68)  jî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û got: "Par vî wextî tenekeya rûn bi 100 lîreyan bû. Niha tenekeyek bûye 365 lîre. Em êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin. Jiyaneke me nema ye. Însanetî nema ye. Ne wîjdana esnafan maye û ne jî wîjdana tomerîfiroşan maye. Ez bê çakêt im. Pereyê min tune ye ku ez çakêtek bikirim. Çakêt bûye 500 lîre. Ma ev jiyan e? Li welatekî weke Tirkiyeyê de divê aloziyeke wiha tune bûya. Bila pîçek xwedî wijdan bin. Bacan hê niha di baxçeyê me de heye. Em li sûkê dipirsin kîloya wan bi 10 lîreyan difiroşin. Ma ev însanetî ye? Xela ye. Ew e ku tişt hene. Lê kes nikare bikire. Bila bes tiştan biha bikin. Bila vê dorpêçê li ser me rakin. Yek quriş min tune ye ku debara xwe pê bikim. Ez bi xwêdana xwe debara xwe dikim. Ev bêedeletî ye. Demokrasî û însanetî wenda buye. Heger rê hebûya em ê hemû bireviyana û biçûna Ewropayê. Bila êdî welat bi awayekî demokratîk bê birêvebirin." 
 
'EZ BIAXIVIM WÊ MIN BIGIRIN' 
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bibêje jî bi lêv kir ku sedemê têkçûyina aboriya welat polîtîkayên heyî ne û ev tişt got: "Ez newêrim bibêjim ku aloziya aborî heye. Çimkî dizanim wê bavêjin ser mala min û min binçav bikin. Her kes baş dizane ku hemû pereyê dewletê wezîr xerc kir. Jiyana me name ye. Ez nikarim tiştekî bikirim çimkî pereyê me tune ye. Bi 50'î TL'yan kîloyeke penîr nayê kirîn. Pirsa ev pere bi ku ve çû ji wezîran bipirsin. Li Tirkiyeyê kesek nema. Ciwan ji ber ku kar tune direvin û berê xwe didin Ewropayê." 
 
Ji niştecihên Cizîrê Celaddîn Gezme (50)  jî destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê hemû çavkaniyên herêmê hatine tunekirin û got: "Em beriya her tiştî aramiyê dixwazin. Her tişt biha bûye. Sebze û fêkî nayên kirîn.  Her tişt bi erêkirina Serokamar çêdibe. Lê ew bi xwe  jî nizane welat bi rê ve bibe. Zozanên me hene. Lê ji ber ku ew jî li me qedexe kirine em nikarin biçin zozanên xwe. Her çavkaniyên debara me tune kirin. Heger şîrketa mirov nebe, mirov nikare debara xwe bike. Heger her tiştî erzan bike wê aloziya heyî kêmtir bibe." 
 
Hunermendê herêmî Sekvan Budak (29) daxuyand ku ew di van salên dawî de rojên zor û zehmet derbas dikin û nêrazîbûna xwe wiha anî ziman: "Ji ber vê nexweşiyê me nedikarî biçin dawetan. Rewşa me xerab bû. Di vê pêvajoya pandemiyê de serokomar jî piştgiriyek neda me. Ez ji zarokatiya xwe heta niha vî karî dikim. Heger mûzîk nebe ez nikarim kareke din bikim. Nûfûsa malbata min 20 e. Di vê demê de xwedîkirina malbatekê gelekî zehmet e. Divê piştgiriyê bidin me. Roj bi roj her tiştek biha dibe. Kes bi keyfa xwe parsekiyê nake. Yan jî kes bi keyfa xwe naçe ser çopê. "
 
Ji welatiyan Fatma Elçî (50) jî ya ku ji bo danûstendinê hatiye bazarê anî ziman ku berê kîloya hinara bi 2 lîreyan distand, lê niha 5 TL'yan dikirin. 
 
Ji esnafan Cîhat Can (38) jî rewşa heyî destnîşan kir ku ev rojên baş in û got: "Wê rewş xirabtir bibe. Hêviya min ji bo pêşerojê nemaye. Sibehê saet di 5'an de dest bi kar dikim û heta êvarî tenê 5-10 kîloyan dikirim. Xelk ji bihabûna fêkî nerazî ye. Lê tiştekî ku em bikin tune ye. Çimkî ne bi destê me ye."